Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Devecîoglû: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e

Endama DÎB'ê Ayşegul Devecîoglû helwesta hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê wekî "berpirsiyarîyeke mezin a ji bo siberoja Tirkiyeyê" nirxand

Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) pêk tê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên 14’ê gulanê namzet diyar nekir. Ji ber vê helwesta tifaqê tê meraqkirin.

Endama Lijneya Koordînasyona Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) Ayşegul Devecîoglûyê der barê helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê de axivî.

Devecîoglûyê diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi nenîşandana namzetê ji bo Serokkomariyê gaveke girîng avêtiye û vê helwesta tifaqê wekî “berpirsiyariyeke mezin a ji bo siberoja Tirkiyeyê” nirxand. Devecîoglûyê anî ziman ku HDP’ê bi taybetî piştî erdhejên 6’ê sibatê yên Mereşê çêbûn, roleke girîng lîstiye û got: “Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo qewirandina ji rejîma yekzilamî ku gel diçewisîne, namzetî danenî. Di vî warî de Tifaqa Ked û Azadiyê temînata demokrasiya Tirkiyeyê ye. Mirov dikare bibêje ku ev yek ji bo hemû derdoran wiha ye. Lê ji aliyê HDP’ê ve nediyarkirina namzetê ji bo serokkomariyê, nayê wateya ku HDP dest ji daxwazên xwe berdaye. Em wekî DÎB’ê jî vê dibêjim; berevajî vê, ev gav tê wateya ku têkoşîna li Tirkiyeyê wê hîn zêdetir mezin bibe.”

Yekîtiya hêzan

Devecîoglûyê destnîşan kir ku dê piştî rejîma “yekzilamî” jî têkoşîna ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bidome û got: “Ne tenê hevkarên me Tifaqa Ked û Azadiyê, em wiha difikirin ku dê yekîtiya hêza sosyalîst jî di vî warî de roleke girîng bilîze.”

Devecîoglûyê bilêv kir ku li Tirkiyeyê rejîmeke “zem, zilm û îşkenceyê heye” û gel mehkûm xizanî û sefaletê hatiye kirin. Devecîoglûyê destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê di pêvajoyeke wiha dîrokî de berprisiyarî hilgirtiye û gav avêtiye û got: “Ew wekî DÎB vê yekê pîroz dikin û li pişt vê gavê ne.”

Devecîoglûyê anî ziman ku ev gav ji bo siberoja Tirkiyeyê pri girîng e û got ku ger bi rastî jî neyteke maseya şeşnig an jî CHP’ê ya ji bo demokrasiyê hebe divê li pişta van daxwazan be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar