PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Dewlemendiyên Başûr pêşkêşî dewleta tirk dikin’

Nesulilah Sûrçî têkildarî dagirkeriya dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re axivî û diyar kri ku PDK dewlemendiya başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk dike

Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox yê Partiya Yekitiya Nişatîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya navçeya Mexmûrê Nesulilah Sûrçî li ser dagirkerî ya dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re axivî û bang li gelê kurd û partiyên kurd kir ku di demek nêz de kongreya neteweyî lidar bixin.

Nesrulah Sûrçî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser aloziya ku ji 2014’an ve li başûrê Kurdistanê diqewime û wiha got: “Ji sala 2014’an heya niha li başûrê Kurdistanê di aliyê aborî de pirsgirêk hene. Vê rewşê bi sedan pirsgirêkên din bi xwe re anî. Di sala 2012’yan de dahata başûrê Kurdistanê 12 milyar dolar bû lê ji wê rojê heta niha em nizanin ew petrola ku em difiroşin ji bo kê û bi ku ve diçe, her wiha nayê zanîn bê ka dahata wê jî bi ku ve diçe. Herî dawî derket holê ku ji bo firotina petrola başûrê Kurdistanê di navbera PDK û dewleta tirk de ji bo 50 salan peymanek hatiye îmzekirin. Nayê zanîn ka ev petrol niha ya me ye yan a dewleta tirk e. Ji ber vê neheqiyê ku niha li ser gelê Başûr tê kirin, gel ji bo bertek nîşan bide derketine qadan û daxwaza mafê xwe dikin.”

Dagirkeriya dewleta tirk

Sûrçî diyar kir ku dewleta tirk dê hêdî hêdî hemû axa Başûr dagir bike û ev tişt anî ziman: “Dema em temaşe dikin îro herêma Behdînan û beşek ji herêma Soran niha ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin. Niha 73 baregehên leşkerî yên dewleta dagirker di nava axa Başûr de hene. Dewleta tirk bi hinceta PKK’ê hemû hêza xwe tîne Başûr lê belê mijar ne PKK ye, armanca wan ew e ku hemû axa Başûr dagir bikin. Dewleta tirk dixwaze ku heta sala 2023’yan di serî de bajarê Mûsil û hemû axa Başûr bixe nava sînorê dewleta xwe.”

Hewldanan hikûmeta Iraqê

Di berdewama axaftina xwe de Sûrçî qala herêmên ku dikevin çarçoveya madeya 140 a li gorî qanûnê Iraqê û wiha domand: “Piranî axa Başûr dikeve nava sînorê madeya 140’î ku niha ji derveyî sînorê herêma Kurdistanê dimîne. Dewleta Iraqê her tim hewl dide rêjeya ereban li van herêman zêde bike da ku demografiya herêmê bidin guhertin û ji bo ku bikaribin dema pêş van herêman bixin nava sînorê dewleta navendî ya Iraqê. Pêwîst e di demeke nêz de ev herêm bên vegerandin li ser nexşeya Kurdistanê, ji ber ku ev herêm di nava axa Kurdistanê de ne.”

Armanca PDK’ê

Nesrulah Sûrçî da xuyakirin ku hêzen PDK’ê dixwazin derbasî nava axa rojavayê Kurdistanê bibin ku ev yek ji bo xerakirina aramiya herêmê ye û eiha got: “Mûçeya hêza Roj ya ku dixwaze derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, ji aliyê dewleta tirk ve tê dayîn. Armanca wan hêzan jî ya çûyîna Rojava ew e ku ji bo hêza HSD’ê pirsgirêkan derxînin û aramiya herêmê xera bikin. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên rojane hemû dewlemendiya başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta tirk dike. Ji ber vê yekê jî îro dewleta tirk bi hêsanî dikare bikeve nava axa başûrê Kurdistanê û dagir bike. Hemû dewletên derdora me gelê kurd ji xwe re dijmin dibînin û li gel wan ferqa tu kurdekê nîne ji yê din.”

Her wiha Sûrçî bang li gelê kurd û partiyên kurd kir ku pêwîst e di demeke nêz de kongreya neteweyî lidar bixin, ji ber ku yekane rêya çareseriyê kongreya neteweyî ye. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar