Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire. Qedexe, tecrîd, qeyûm binçavkirin, girtin ev hemû berhemên OHAL’ê ne. Dewlet xwe bi mertalê OHAL’ê diparêze.
Li dijî zext, tundî, qedexe girtin, binçavkirin, tecrîd û qeyûmên dewletê jî gel bi rojan li kolanan li ber xwe didin. Me tevan dît ku gelê Wanê li dijî qeyûm bi berxwedanê encam girt. Niha jî gelê Êİlih, Mêrdîn û Rihayê li dijî qeyûman li ber xwe didin û bawer dikin ku dê bi berxwedanê encamê bigirin.
Me got dewlet bi OHAL’ê xwe bi rêve dibe. Dewlet di serî de tecrîdê pêş dixe û piştre gavên din davêje. Dema em li rewşa Îmraliyê binerin em ê aliyê din jî baştir bibînin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a li girava Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan 44 meh in di tecrîda giran de dijî. Ev tecrîda li Îmraliyê bi awayekî pir şênber bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê dike. Tecrîd di qada aborî, siyasî û rêveberinê de qeyranê pêş dixe. Dema em li mînakê vê yekê binerin, di demên dawî de konserên hunermendên kurd tên qedexe kirin. Qeyûm tayînî şaredariyan dikin. Şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixin. Li Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Wan, Bêdlis, Agirî û gelek bajarên din ên Kurdistanê OHAL’ek bê nav îlan dikin.
Em binerin di salên dawî de bê navber walîtiyên Şirnex, Colemêrg û Wan, Mêrdîn û Bêdlisê her ji 15 rojan carekê herêmên ewlehiya taybet îlan dikin. Yanî bi van biryaran ketin û derketina herêmê li mirovan qedexe dikin. Bi navekî din Rewşa Awarte ango rewşa şer îlan dikin. Yanî OHAL’ê îlan dikin. Rayedarên dewletê li gorî zagonên OHAL’ê li van bajaran tev digerin.
Dema em li van herêman dinerin, em dibînin ku polîtikayên taybet û zagonên taybet hene. Li ser vê axê welatiyên kurd ên ku debara xwe bi çandinî, çotkarî û sewaliyê dikin dijîn. Yanî însanên li vir dijîn bi berhemên axê û sewalkariyê debara xwe dikin. Eger ji axê qut bibin dê ji jiyanê qut bibin.
Em tenê li nêzîkatiya waliyê Şirnexê ya salekê ku li dijî gelê kurd nîşan dide binerin em ê di şexsê waliyê Şirnexe de nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd karibin bibînin. Ez bi kurtasî çend nûçeyên ku ajans û rojnameyan derbas kirine bi were parve bikim.
*Walîtiya Şirnexê di navbera 13-27’ê mijdarê de li gelek warên jiyanê yên tevahiya bajêr herêmên ewlehiya taybet îlan kir û ev herêm qedexe kirin. Yanî OHAL îlan kir. Herêm hatin qedexe kirin sînorên navçeyên Cizîr, Sîlopiya, Qileban, Elkê û gundên wan.
*Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê cotmehê û 12’ê mijdarê de herêmên ewlehiya taybet îlan kir. Yanî OHAL îlan kir.
* Walîtiya Şirnexê di 13’ê îlonê de herêma ewlehiya taybet heta 15 rojan îlan kir. Yanî ji 13’ê îlonê heta 28’ê îlonê dê ketin û terketina gelek herêman li welatiyan qedexe be. Ango dê li ser vê herêmê tevrîd hebe.
* Walîtiya Şirnexê di 13’ê tebaxê de li tevahiya Şirnexê herêma ewlehiya taybet îlan kir. Ango li tevahiya bajar OHAL îlan kir. Qedexe dê heta 29’ê tebaxê bidomin.
* Walîtiya Şirnexê di 16’ê tîrmehê de heta 15 rojan li 14 herêman ji bo demborî herêmên ewlehiya taybet îlan kir. Ango bi navekî din li 14 herêman OHAL îlan kir.
* Walîtiya Şirnexê di 30’ê hezîranê de ji bo 15 rojan li 14 qadan herêmên ewlehiya taybet îlan kir. Li van herêman welatî 15 rojan di tecrîdê de ne.
* Walîtiya Şirnexê di navbera 16- 19’ê gulanê de li tevahiya bajar hemû çalakî li kurd û saziyên kurdan qedexe kir. Lê ji bo AKP-MHP’ê çalakî serbest in.
Dema em tenê li van agahiyan dinerin em dibînin ku Walîtiya Şirnexê di nava 7 mehan de 7 caran li Şirnexê qedexe îlan kirin. Gelê Şirnexê her meh di bin qedexe û zextên dewletê de jiyana xwe derbas kiriye. Dibe ku bi awayekî fermî navê van qedexeyan ne OHAL be. Lê di pratîk û nêzîkatiya rayedarên dewletê ya li diî gelê Şirnexê de, em dibînin ku li Şirnexê OHAL heye. Li ser gelê Şirnexê tecrîd heye. Li ser gelê Şirnexê zext û tundiya dewletê ya taybet heye. Dewlet bi zagonên taybet Şirnexê bi rê ve dibe. Di rewşeke wisa de minov nikare bibêje înkar, cudakarî, dagirkerî û zordarî tune ye.
Cihê ku înkar, zext, tundî, dagirkerî û zordestî lê hebe û tecrîd lê hebe, dê li wir berxwedan û serhildan jî hebe. Di dîrokê de me dîtiye ku serhildan û berxwedanê her dem serkeftin anîye. Îro jî em dibînin ku li Êlihê her roj berxwedan û serhildan e. Gel êdî van talan, dizî, qedexe, girtin, binçavkirinê qebûl nake. Gel heta niha sebir kir, lê ji niha û şûnde êdî sebra gel nemaye. Ew her çend bi tecrîd û OHAL’ê bixwazin bijîn, lê gel dê bi berxwedanê hebûna xwe biparêze û êdî bi destê xwe dîrokê binivîse.