Li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê karesateke erdhejê rû da û li 10 bajar, navçe û gundên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandorekî neyînî bi xwe re anî. Gelek dewlet, sazî û dezgehên netewî û navneteweyî ji bo alîkariyê seferber bûn. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê Navenda Koordînasyonê ya Krîzê saz kirin. Yek ji wan saziyên ku beşdarî xebatên koordînekirina alîkarî û piştevaniyê bû jî Ma Music e. Xebatkarên Ma Music jî li bajarên Meletî, Mereş û Semsûrê xebatên alîkariyê kirin.
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji roja duyemîn a erdhejê ve heta niha li navçeya Bazarcix a Mereşê di nava koordînasyonê de xebatan dimeşîne. Kanîwar çavderiyên xwe yên hefteyekê ya li herêma erdhejê bi ajansa me re parve kir.
‘Li Semsûrê avahiyeke sax nemaye’
Kanîwar da zanîn ku roja 7’ê sibatê Navendek Koordînasyonê ya Krîzê hat avakirin û ew jî wek saziyeke çandê tev li vê koordînasyonsê bûne. Kanîwar destnîşan kir ku ew bi çar hevalên xwe ve di 7’ê mehê de çûne Bazarcixa Mereşê û wiha got: “Ji bo destpêkê em çar heval ketin rê. Em li ser Semsûrê çûn û me xwest ku rewşa Semsûrê jî bibînin. Ji xwe ji me re gotin rêyên din hilweşiyane û girtî ne. Ya ku me li Semsûrê dît û ya li ser medyaya dîjîtal dihat belavkirin, gelek ji hev cuda bû. Tişta ku me bi çavê xwe dît û tişta me li ser medyayê didît ne wek hev bû, êşên ji hev cuda bûn. Dikarim bibêjim ku me li Semsûrê avahiyeke sax bi çavên xwe nedît. Li wir dewlet jî tune bû. Bi sedan avahî hilweşiyabûn, li ser wan avahiyan ji bo lêgerîn-rizgarkirinê tu kes tune bû. Cadeyeke bi sedan metre dirêj gelek avahî jê hilweşiya bûn, lê tenê li ser du yan jî sê avahiyan tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hebûn. Te wêneya ku dewlet di bin kavilan de maye didît. Piştî me dît ku kes li vir tuneye vêca me xwest zû xwe bigihînin cihên ku em lê peywirdan bûn navçeya Bazarcixê. Ji serê Semsûrê heta dawiya Semsûrê em di du saetan de derbas bûn, ji ber ku gelek rê ji ber ku avahî hilweşiyabûn ser rê girtîbû û tenê rêyek vekirîbû. Her ku em diketin nava kuçeyeke din lê me didît ku avahiyek din hilweşiyaye û berê me didan rêyekî din.”
‘Bi xwezayî koordînasyonek ava bû’
Kanîwar diyar kir ku ew derengê şevê gihiştin navçeya Bazarcixê û wiha domand: “Em bi hevalên xwe yên koordînasyonê re ketin nava danûstandinê. Du hevalên me li wir peywirdar bûn. Piştî em gihîştin wir ji Stenbolê û Wanê jî peywirdar hatin. Em li bendê bûn ku civînekê li dar bixin û bibêjin ka em dê çi karî bikin, peywira me çiye? Lê bi lez em ketin nava karê pratîk. TIR’ên ku erzaq anîn û me jî ew vala kirin. Serê sibê me got ka werin em li hev kom bibin û em dikarin çi bikin? Bi awayekî xwezayî koordînasyonek ava bû. Ez dikarim bibêjim ku bi pêşengtiya hunermendan, Ma Musicê, Zarok Ma, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilat Navîn û xebatkarên KASED’ê me xwe di nava koordînasyonê de dît û me hewl da ku pergala vê koordînasyonê bidin rûniştandin.”
Bi hawara xelkê ve çûn
Kanîwar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me bang kir ku xurek û alavên germbûnê weke kon, sobe xwestin. Hê jî gelek pêdivî bi konan heye. Bi bangawaziya me dilxwaz zêde bûn. Ji gelek bajaran ciwanên HDP’ê, HDK’ê bi otobusan hatin. Ji Wêranşarê ez dikarim bibêjim eşîrek hat. Bi ruhekî seferberiyê xwestin bigihîjin hawara gelê xwe. Her kes li bendê bû ku tu tiştekî bibêjî û ew jî bikevin nava xebatê û wî tiştî bikin. Bi vê sedemê di nava du rojan de koordînasyoneke xurt ava bû.”
‘Hewceyî bi konan heye’
Kanîwar da zanîn ku her roj ji aliyê aşxaneya ku Şaredariya Silopiya saz kir hema bêje xwarinê zêdetirî 500 mexdûrên erdhejê belav dike. Kanîwar li ser dabeşbûna karê ku birêve dibirin rawestiya û got: “Peywira her kesî diyar e. Ekîbek valakirina TIR’an heye û ekîbek jî di depoyan de dixebite. Li ku derê pêdivî hebe xwe digihînin wan deran û bi pîqabên mezin alîkarî bo mexdûran û gundan tên şandin. Gelek gund xerab nebûne lê mixabin ji ber xaniyên wan xesar dîtine û tirsa erdhejê her kes li derve ye. Gundên ku hilweşiyane jî hewcehiya konan heye. Ji ber ku bajar hilweşiya ye, problema erzaq li her derê heye.”
Gotina ‘dewlet di bin kavilan de maye’ rastî ye
Kanîwar bal kişand ser karesata erdhejê ku çawa dijwariya xwe li navenda Bazarcixê kiriye û çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Bazarcix ji sedî 80 hilweşiya ye. Hewce ye bajarek an jî jiyanek ji nû ve bê avakirin. Li gundan jî heman tişt heye. Gund heye ji 120 malan pêk tê lê 60 mal hilweşiya ne û nêvî ji gundiyan jiyana xwe ji dest dane. Ev tiştên ku ez dibêjim yên ku min bi çavên xwe dîtin e. Rewşa Semsûrê, Meletiyê, Dîlokê, Hatayê ne hewce ye ku mirov bibêje lê kêm zêde wek hev dû ne. Diyar e ku bi 100 hezaran kes di bin kavilan de mane. Gotina ‘dewlet jî di bin kavilan de maye’ bi rastî jî ne dirûşmeyek e. Alikarî ji bo gundên sûniyan çûye, lê ji bo gundên elewiyan neçûye. Çûne gundên tirkan lê neçûne gundên kurdan. Tişta herî girîng ew e ku li ber derê her kesî konek bê vedan. Kon û konteynir hewce ne. Ez dikarim bibêjim me xwe gihand ji sedî 85’ê gundan. Me destpêkê alavên xwarin û vexwarinê belav kir.
Kevir li ser kevir nemaye
Niha peyvek nayê bîra min ku ez pênaseyekê ji vê karesatê û perîşaniyê re bikim. Lê tenê dikarim bibêjim ku kevir li ser kevir nemaye û heke seferberî tune be ev rewş nayê çareserkirin. Wek ku siyaseta kurd dibêje, ‘xwe bidin aliyekî em têra xwe hene’. Gelek caran alîkarî hatin astengkirin û hê jî tên astengkirin. Em mecbûr in xwedî li hev derbikevin.”
‘Bila ew a xwe bikin em ê jî ya xwe bikin’
Kanîwar anî ziman ku dibe ku qeyûm tayînî embara wan a alîkariyê hatibe kirin lê wê xebatên wan piştevanî û alîkariyê bi ruhê seferberiyê dewam bike û got: “Bila ew ya xwe bikin, em ê jî ya xwe bikin.”
Bangawaziya seferberiyê
Kanîwar banga berfirehkirina seferberiya piştevaniyê kir û axaftina xwe bi dawî kir: “Ez dê ji bo alav, dilxwaz, bajar, bajarok û gundan bang bikim. Konên ku sobe di hundirê wan de tên vêxistin hene û pêdiviya sereke jî ev kon in. Hewce ye problema avê û alavên paqijiyê bê çareserkirin. Niha di hemû gundan de pêdiviya rûn heye. Tiştek din jî heye ku dilxwaz mecbûr in 5-6 rojan carekê vegerin cihên xwe û bêhna xwe bidin. Ji ber ku karesat ji hêla derûnî ve bandorekî neyînî li te dike. Piştî te bêhna xwe da tu dikarî dîsa vegerî xebatan. Hewce ye ev dilxwazî bi ruhekî seferberiyê berdewam bike.”