Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewlet bi xwe xeşîşfiroş e!

Tirkiye êdî Afganîstana kevn e. Hemû maddeyên hişbir yên li Ewropa û Rojhilata Navîn, ji ser Tirkiye diçin û tên belavkirin. Xeta kevin a ji ser Îran û Afganîstanê, herî kêm 8 sal in êdî ji ser Tirkiye derbas dibe. Maddeyên hişbir piranî ji Kolombiya û Wenezûelayê bi rêya behrê tên Tirkiye û ji vê derê jî hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Ewropayê dikeve bazarê.

Ne tenê maddeyên hişbir ji ser Tirkiye derbas dibin. Tirkiye her weha bûye wargeha hemû xeşûşfiroş û mafyayên giregir yên cîhanê. Hin ji baronên navdar yên cîhanê, piştî zextên navnetewî li Tirkiye hatin girtin. Lê ev naye wê wateyê ku Tirkiye ji bo wan ne cîyek ewle ye. Heke Tirkiye ne ewle be, ew nayên xwe li Tirkiye bi cîh nakin. Sedema ewlebûna Tirkiye ya ji bo tacirên herî mezin a maddeyên hişbir aşkere ye. Vê yekê berî bi salan, di 1996’an de Mesût Yilmaz di Meclîsê de îtîraf kiribû. Gotibû, “Li Tirkiye kontrola taciriya maddeyên hişbir di destê hin hêzên dewletê de ye.” Salek berî niha jî Sedat Peker îtîraf kir. Li Kolombiyayê 4 ton û 900 kîlo kokaîn hatibû girtin. Pişt re derket holê ku ew ê kokaînên li Kolombiyayê hatibû girtin, bişandana Tirkiye. Sedat Peker, navê Mehmet Agar da. Got, “Xwediyê wan kokaînan Mehmet Agar e.” Her weha hin kesan jî îşaret kir ku ew jî wezîfedarên dewletê bûn.

Ev yek qet negûherî. Niha jî heman tişt derbasdar e. Ji ber vê jî baronên giregir yên cîhanê xwe li Tirkiye bi cîh dikin. Dewlet vê tişte wekî polîtîkayek esasî didomîne û xwe pê fînanse dike. Bi gotineke din yên li ser navê dewletê vî karî bi rêve dibin hem xwe, hem jî dewletê fînanse dikin. Di vî warî de qet şik tune ye. Heke ne usa ba, li hember ev qas îtîrafan ew ê lêpirsînek veba. Lê heta niha ji bo yek kesek lêpirsînek nehatiye vekirin. Hin kesên hatine girtin jî, yan di heyamek kurt de hatine berdan, yan jî kar û barê xwe li hûndir jî bi hêsanî meşandine.

Bêgûman, li ser vê yekê gelek tişt tê nivîsîn. Lê divê mirov bingeha vê yekê binêre. Yê ku dewletê xist vî karî çi ye? Divê mirov wê bizanibe. Heke em bi gotineke din bêjin, ev yek bi Mehmet Agar û Suleyman Soylu destpênekiriye. Taciriya maddeyên hişbir bi siyaseta Konseya Ewlekariya Netewî (MGK) destpêkiriye û heta niha jî di bin kontrola dewletê de tê meşandin. Sedema esasî jî şerê li dijî kurda ye.

Dewlet berî ku dest bi taciriya maddeyên hişbir bike, di nav dewletê de hin hêzên tarî damezrand. Berê jî ev hêz hebûn, lê ev hêz bi qasî salên 90’î ne bi bandorbûn. Di salên 90’î de hezaran kes bi navê JÎTEM û Hîzbullahê (Hîzbulkontra) hatin qetilkirin. Heçî kurdên aktîf bûn, ji alî hêzên tarî ya dewletê ve hedef hatin girtin. Fînansekirina van hêzên tarî jî bi rêyên tarî hate pêkanîn. Her cûre taciriya reş ji van hêzên tarî re serbest bû. Îstixbarat jî, polês jî, leşker jî di nav vî karî de bûn û her yek hem para xwe digirtin, hem jî para desthilatdarên dewletê didan.

Ev hêzên tarî carina bi hev ketin. Tiştên niha tên zanîn jî encama bihevketina wan in. Ew ne tenê bihev ketin. Her weha hin ji wan dest bi îtîrafa kirin. Ji ber van îtîrafafan hevûdu jî kuştin. Kûştina qatilê herî navdar Cem Ersever, Abdullah Çatli û yên din encamên van bihevketina wan e. Rojnamevanên navdar ku ketin pêy vana jî hatin kuştin. Ugur Mumcu, Kutlu Adalı bi destê van hêzên tarî û bi rêvekirina dewletê hatin kûştin.

Ev dewletê ku êdî bi her awayê xwe ve tarî ye, 21 sal in di kontrola AKP’ê de ye. Di destpêka desthilatdariya xwe de AKP’ê nedikarîbû kontrola hêzên tarî bigre bin bandora xwe. Derfeta AKP’ê piranî piştî sala 2008 û 2009’a zêdetir bû. Ji sala 2016’a heta niha jî kontrola hemû dewletê, her weha taciriya maddeyên hişbir jî di destê AKP’ê de ye. Ew, bi vê kontrolê ve hem xwe, hem alîgirê xwe, hem jî dewletê fînanse dike. Bi fînansa dewletê re jî piranî şerê li dijî kurda bi vî awayî rêve dibe. Fînansekirina çeteyên li herêmên dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê bi vê rêya tê pêkanîn. Ev yek hewcê nabînin veşêrin jî. Çimki sîstem di destê wan de ye. Dadgeh çi tiştê ku dewlet destûr nede, lênakole. Hiqûq bi qasî misqalî zere nemaye. Ango dewlet, seranser bûye mafya.

Ev rastiya ne tenê em tînin ziman. Hin aliyên muxalîf yên wekî CHP’yê jî van tiştan zanin. Lê korbûna şerê li dijî kurda, wan ji rastiya dûr dixe. Ango nijadperestî, ser hemû sûcan digre.

Xebata li hember vê qirêjiyê, ewil bi dijberiya nijadperestî destpê dike. Heke nijadperestî hinde xurt nebana, ev sûcên giran jî hinde bi hêsanî nedihat pêkanîn.

Di destê desthilatdar û piştgirên desthilatdaran de haleta herî baş kin û kurt nijadperestî ye.

Nûçeyên Têkildar