PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Dewlet dixwaze di vê sedsalê de kurdan tasfiye bike’

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan got ku operasyonên qirkirina siyasî bi fermana wezareta karên hundir pêk tên. Ocalan da zanîn ku tê armanckirin ku hemû destkeftiyên kurdan bên tasfiyekirin

Di çend rojên dawî de li Riha û Dîlokê 111 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji kesên hatine binçavkirin 55 jê hatin girtin. Têkildarî van operasyonên qirkirina siyasî de parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Omer Ocalan da zanîn ku hêzên dewleta tirk bi piştgiriya helîkopetran bi ser malan de digirin û wiha got: “Di van serdegirtinan de jî hevalên me yên xebatên siyasî û têkoşîneke demokratk didin tên binçavkirin û girtin. Di serî de xebatên hevalên me îllegalîze dikin û dixwazin nehêlin siyasetê bikin. Ev operasyon bi fermana wezareta karên hundir pêk tên. Dixwazin bi zext û zoriyê deriyê siyasetê li HDP’ê bigirin. Li herêmê walî û midûrên emniyetan vê yekê dikin. Hiqûqê bin pê dikin û radibin nûnerên gelê kurd digirin û zext û zoriyan dikin. Em baş dizanin ku ev polîtîka dê biser nekevin.”

‘Rêbaza zorê dê bi ser nekeve’

Bi berdewamî jî Ocalan destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi tevgereke gel a rewa pêkan e û wiha domand: “Dewletê rêbaza zorê gelek caran ceriband. Niha em bi polîtîkayeke ku xebatên KCD’ê îllegalîze dike re rû bi rû ne. Ev bi zanebûn tê kirin. Dixwazin HDP û pêkhateyên wê krîmînalîze bikin. Di pêvajoya heyî de wateya gotinê nemaye. Hiqûq nîne, pêşî li siyaseta demokratîk hatiye girtin û mirov nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Tenê siyaseta şer heye.”

‘Dewlet êrîşî herêmên bihêz dike’

Herî dawî jî Ocalan wiha derbirî: “Herî zêde li deverên ku siyaseta kurd lê bihêz e binçavkirin û girtin çêdibin. Dewlet bi girtin û binçavkirina siyasetmedarên li vê herêmê dixwaze bitepisîne. Hevalên me yên hatine girtin bi salan e siyasetê dikin. Em ne li benda wijdana vê dewletê ne. Ji ber ku polîtîkaya dewletê ya sedsala 21’emîn ev e. Dixwazin bendan danin pêşiya destkeftiyên kurdan û kurdan tasfiye bikin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar