Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewlet dixwaze hem li hundir hem jî li derve kurdan tecrîd bike’

Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayaê Kemal Bulbul anî ziman ku AKP bi êrîşên xwe yên hem li derve hem jî li hundir dixwaze kurdan tecrîd bike û got ku dewlet bi binpêkirina qanûnê xwe sûc dike

Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, tayînkirina qeyûman û êrîşên li ser partiya wan nirxandin.

Bulbul anî ziman ku ew tevî hêzên demokrasiyê, tevî jin û ciwanan, tevî betal û xizanan, tevî derdorên baweriyên wan tên înkarkirin têkoşîneke demokratîk û rewa dikin. Bulbul destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û îktîdar bi vê xespê ji gelê kurd re dibêje ‘Hûn nikarin di nav rêveberiya şaredariyê de cih bigirin. Hûn nikarin çi bibin şaredar çi jî karmendên dewletê’ û got ku navê vê yekê ‘cezaya darvekirinê yê bênav’ e.

‘Plana rûxandinê’

Di axaftina xwe de Bulbul destnîşan kir ku li hemberî HDP’ê planeke rûxandinê di dewrê de ye û bal kişand ser zext û zoriyên li ser HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Dewlet, li Kocaeliyê sûc kiriye. Ala berbayî nîjadperestiyê kiriye. A rast li wir daliqandina alê, diyardeya alê ji bo armanceke faşîstî nîjadperest hatiye bikaranîn. Ev tê wateya ne hilbijêrên kurd ên HDP’ê ne jî wekîlên wan nayên qebûlkirin. Ev bi feraseteke nîjadperest, feraseteke faşîst û çetewarî hatiye kirin.”

‘Dixwazin tecrîd bikin’

Bulbul bal kişand êrîşên dewleta tirk a li dijî Rojava û ji bo êrîşê got dagirkerî ye.

Her wiha Bulbul da zanîn ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke kûrewî ye û diyar kir ku tecrîdeke berfireh heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev tecrîd di şexsê birêz Ocalan de li tevahiya gelê kurd tê kirin. Qanûna partiya siyasî tê binpêkirin û dewlet li vir sûc dike. Dewlet qanûnên xwe bin pê dike û sûc dike. Bi awayekî bêhiqûqî, bi hincetên bêbinî diavêje ser malan û kesan digire. Bi vî awayî sûc dike.” ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar