Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dewlet ji bo pirsgirêk çareser nebin tecrîda li Îmraliyê giran dike’ 

Senem Erîş diyar kir ku dewlet bi zanebûn hişbir û fuhuşê li Kurdistanê belav dike û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê pêşiya çareseriya pirsgirêkan digire. Bi girankirina tecrîdê re hewl didin têkoşîna jinan û ciwanan bixitimînin. Lê tu hêz nikare me bide sekinandin.” 

Polîtîkayên şerê taybet yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê didomin. Bêguman hedefa ewil a van polîtîkayan jin, ciwan û zarok in. Bi giranbûna tecrîdê re şer jî giran dibe û rêxistinbûna ciwanan a li dijî vê bale dikşîne. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk li dijî polîtîkayên şerê taybet di 5’ê tebaxê de kampanyayek bi şîara ‘li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’ da destpêkirin.

Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk Senem Erîş der barê kampanyayê de ji ajansa jinnêwsê re axivî.

Çeteyên hişbir û fuhuşê mafya li Kurdistanê zêde bûne’

Senemê da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî û îdeolojîk yên ciwanan hene û ew vê di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de digirin dest û got: “Şerê taybet li Kurdistanê bi awayekî giran tê meşandin. Çeteyên hişbir û fuhuşê, mafya zêde bûne. Îro em li Kurdistanê bikevin kîjan taxê temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9-10 salî. Xebatên em li dijî van polîtîkayan dimeşînin jî li aliyê pergalê ve tên astengkirin. Ne firoşkarên hişbirê em tên binçavkirin û girtin.  Dema em li dijî hişbirê çalakiyê pêk tînin em tên binçavkirin. Di bernameya ajotina bîsîkletê ya ku Meclîsa Ciwanan a Muşê pêk anî de hevalên me hatin binçavkirin.”

 ‘Dewlet bi fuhuşê hewl dide jinan bixîne’  

Senemê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “AKP-MHP politikaya şerê taybet li Kurdistanê bi taybet li ser jinan pêk tîne. Li Kurdistanê li ser jinan şerê taybet  hîn bêtir bi bandore. Bi fuhuşê hewl didin jinan bixînin. Dixwazin profîla jinan a li gorî xwe ava bikin û jinan li Kurdistanê bikin bin lepê polîs û leşkeran. Bi vî awayî dixwazin jinan ji têkoşînê dur bigirin.”

 ‘Dewlet ji bo pirsgirêka çareser nebe tecrîda Îmraliyê giran dike’ 

Senemê balkişand ser tecrîda li Îmraliyê ku li her derê belav bûye û anî ziman ku pirsgirêka herî mezin tecrîd e û bandor li ser hemû civakê kiriye. Senemê axaftina xwe wiha domand: “Bi girankirina tecrîdê re hewl didin têkoşîna jinan û ciwanan bixitimînin. Lê tu hêz nikare me bide sekinandin. Em baş dizanin ku bi rakirina tecrîdê re wê qada têkoşînê hîn bêtir berfireh bin. Di vî alî de pergal tecrîda Îmraliyê giran dike.”

Armanca kampanyaya me: Teşîrkirina şerê taybet û vexwendina têkoşînê ye

Senemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca kampanyayê teşhîrkirina şerê taybete û wiha dawî lê anî: “Em ê bi ciwanan re bên gel hev û bernemeyên wekê belavkirina belavokan, daliqandina afîşan, şano, kurtefîlm, hevdîtin, ajotina bîsîkletê pêk bînin. Armanca me teşhîrkirina şerê taybate û bi ciwanan re di nava civakê de avakirina hişmendiyê ye. Em hemû ciwanan vedixwînin têkoşîna rêxistinkirî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar