Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Dewlet ji gelan re aştiyê naynin’

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku BOP ji bilî mirinê tiştekî ji gelan re nayne û îdiaya jiyana nû ya gelan tê tunekirin. Hamîdeyê wiha got: “Dewletên mezin li ser maseyan aştiyê ji gelan re naynin. Ji bo gel qedera xwe tayîn bikin divê têbikoşin.”

Ji Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin (BOP) ku ji bo teşekirina Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên Hêzên hegemon hat plankirin, hîna encamek negirtiye û bandora projeyê jî bi şerên tên meşandin tê dîtin. Bi pêşengiya hêzên hegemon ji bo temamkirina BOP, ji aliyê welatên wekîl, ji Fîlîstanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer pêk tên.

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari der barê BOP û şerên heyî de ji JINNEWS’ê re axivî.

*Projeya Rojhilata Navîn a Mezin çî ye? Bi vê ji gelan re çi  tê pêşkêşkirin?

Amerîka bi salane li ser vê projeyê dixebite. Proje Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê dihewîne û hedef dike nexşerêya herêmê ji nû ve teşe bike. Di ser wekîlan ev proje tê meşandin. Ev wekîl jî welatên herêmê ne. Du hedefên projeyê hene. Yek aborî ya din siyasî ye. Hedefa aborî ev e ku girêdayîna DYA û rojava ya  ji Rûsyayê ji holê rakin û gaza Katarê ji ser Rojhilatê Deryaspî û an jî Tirkiyeyê bibin Rojhilatê Ewropayê. Hedefa siyasî jî ev e ku xeta berxwedanê di serî de ya  Îran û Sûriyeyê ji holê radikin û rejîmên vir ji nû ve teşe bikin. Dixwazin rejîmên îslamî radîkal li vir ava bikin. Cîhadek îslamî ya li dijî îslamî hat sorkirin. Di vir de hedef ev e ku DYA li herêmê serdest be xurt be. Piştî dagirkirina Iraqê DYA li herêmê hêz xwe winda kir. Niha ji bo rejimên wek DAIŞ’ê ava bikin bi dewletên herêmê re hevkariyê dike. Hevserokatiya BOP’ê dan Tirkiyeyê. Ji ber deriyekî mezin yê ji Rojhiata Navîn re vedibe ye. Ji ber vê rolek mezin danê. Projeya ji bo ewlehiya Israîlê hedef dike herêmê ji nû ve teşe bike niha li ser Xezayê didomîne. Ev proje ji bilî mirinê û bê pêşerojiyê tu tiştekî nade gelan. Fêdeya wê ji gelan re tune ye.

*Pergala Rojhilata Navîn ya bi BOP’ê hat armanckirin wê bi şerên heyî rolek çawa bilîze?

Lingekî BOP’ê tê berdewam kirin. Tişta ji ser Xezayê Katarê hat plankirin îflas kir. Ji ber vê li ser rezervên Rojhilatê Deryaspî hûr bûn. Avakirina rejîmên hevpar pêk nehat lê DYA’yê ji bo ewlehiya Israîlê gavên girîng avêt.  Dema Trump de Israîlê bi welatên herêmê re peymana normalbûnê îmze kir. Berxwedan her tim ji bo Israîlê tehdide. Ewlehiya Israîlê desteserkirina vê berxwedanê bû lê bi ser neket. Hamas girtin cem xwe. Piştî Sûriye qedandin hedefa esas Îran bû lê li Sûriyeyê vê projeyê îflas kir.  Di bin navê peymana 100 salî de Trump lingekî vê bi ser xist. Israîlê bi welatên herêmê re PeymanA Îbrahîm îmze kir. Ev serkeftinbûn lê esasa berxwedanê nikaribûn teng bikin. Li dijî Xezayê hemû cîhan bû aliyê şer. BOP didome.

*Armanca êrîşa hêzên hegemon a li dijî axa gelan çi ye? Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal e êrîş didome armanc çi ye?

Em hêzê hegemon di bin du kategoriyan de bînin gel hev. Tirkiye ku BOP’ê dide meşandin li aliyekî , li aliyê din jî Îran, Iraq û Sûriye. Li van sê welatna daxwazên kurdan hene.  Li Sûriyeyê şerek heye. Sûriye li 40 eniyê zêdetir li dijî cîhadiyan şer dikir, heta pêvajoya Soçî. Sûriye ku niha xwe ji nû ve ava dike li aliyê din jî li Îdlîbê li dijî cîhadiyên kom bûne têdikoşe.  Li wê herêmê DYA heye. DYA dibêje em bi Kurdan re li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Lê li ser destkeftiyên Kurdan rudine. Dibêjin li dijî DIŞ’ê mutefîkên me yê herî baş Kurd in. Lê ne diparêze ne jî pêşî lê vedike. Ji ber vê jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne. Li Rojavayê Firatê Rûsya, li Rojhilat DYA. Lê ne Rûsya ne jî DYA ji vê re dibêje êdî bes e. Ji ber li wir li ser gelan zextan ava dikin û rejîmên olî ava dikin. Li ku derê modelek pêşketî ya gelan hebe destkeftiyek gelan hebe wir dagir dikin.

*Yek ji mijarên din ya girîng şerê Israîl- Fîlîstînê ye. Hemû cîhan sûcên li wir tên kirin dibîne lê li Rojava kes tiştekî nabîne gavê navêje?

Gel her tiştî baş dizanin. Çi çawaye baş dizanin bertek nîşan didin lê dewlet li ku derê belavbûnek emperyal hebe hema li pişt wan cih digire. Gel li her derê li her kolanê diqîrin ku sûcê şer tê kirin.  Hamas ji roja hatiye avakirin nebû dijminê Israîlê lê ji berxwedan Fîlîstînê veneqetiya. Li gel cihada îslamî BOP cih negirt lê di şerê Sûriyeyê de îxanet li Sûriyeyê kir û bi Katarê re piştgirî da cîhadiyan. Ji ber Hamasê berxwedana Fîlîstînê hat tengkirin. Di komkujiya  Fîlîstiniyan penaber yên Sûriyeyê de para Hamasê heye. Hamas ne Hamasa berê ye, ji ber pozîsyonê ligel berxwedanê ye. Gazze di bin rêveberiya Hamasê de ye lê ne nêunerê hemûyan e.

*Berxwendiya Erdogan û Tirkiyeyê ya ji şer û perçûnan çi ye?

Tirkiye ji çirava ku ketiyê nikare derkeve û hem jî naxwaze kontrolê winda bike. Ji ber vê jî ligel Rûsya, NATO û DYA’yê ye. Her şer sanayiya şer îhya dike. Di bazirganiya ÎHA û SÎHA’yê de Tirkiye li eniya pêş e. Di vî alî de Tirkiye di şerên ku vê îhracatê mezin dike de rol digire. Tirkiye pişrgirî dide HAMAS’ê, rêxistinên din yên berxwedanê ne xema wan e. Ji bo Tirkiye li dijî endamtiya Swîsreyê ya NATO’yê deng neke, destur dan ku Tirkiye dengê xwe li Israîlê bilind bike.

*Çareserkirina pirsgirêka Kurdistan û Fîlîstînê wê ji bo aştiya Rojhilata Navîn çawa bi bandor be?

Mijara Kurd û Fîlîstiyan nêzî hev e. Destkeftiyên van her du gelan wê pêşiya tevgera şoreşê û modelek girîng vebike. Dewletên mezin li ser maseyan aştiyê ji gelan re naynin. Ji bo gel qedera xwe tayîn bikin wê têbikoşin. Ji bo gel qedera xwe bixwe tayîn bikin divê têbikoşin. Şer belav dibe, li cihên şer global dibin destkeftiyên gelan jî ne pêkanin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar