PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dewlet kujerê jinan e

Endama Desteya Kovara Jîneolojiyê Elîf Berk diyar kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd bi zanebûn tên hedefgirtin

Di demeke ku têkoşîna jinên kurd li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe de, her roj êrîşeke nû li dijî têkoşîna jinan tê kirin. Hedefkirina pêşengên Tevgera Jinên Kurd dewam dike. Di van 10 salên dawî de bi dehan pêşengên Tevgera Jinên Kurd bûne hedef. Herî dawî li paytexta Fransa ya Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku yek ji pêşengiya têkoşîna jinên kurd bû, di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hat kuştin. Endama Desteya Kovara Jineolojiyê Elîf Berk, têkildarî hilbijartin û kuştina jinên rêxistinkirî yên ku pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê dikin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

‘Ji jinan ditirsin’

Elîf Berk, ku anî ziman dewlet ev demeke dirêje ji têkoşîna jinên kurd ditirse, bi lêv kir ku dewlet bi vî rengî hewl didin gelê kurd bi dest bixin û got: “Ji xwe bi têkoşîna ku jin didin aciz in û ev acizbûna wan a li hemberî tekoşîna jinan jî di xwezaya wan de heye. Ji ber ku mekanîzmaya ku em jê re dibêjin dewlet, mekanîzmaya mêrtiyê ye, mekanîzmaya desthilatdariyê ye. Di dîrokê de bi tunehesibandin, girtin an jî tunekirina jinê kariye hebûna xwe ava bikira. Ji ber vê yekê ji berê heta niha her jinek ku li dijî vê mekanîzmayê derdikeve û serî radike, weke xeteriyeke hebûnê hatiye dîtin û ji bo bêdengkirina jinan êrîşên piralî ji aliyê dewletê ve hatine pêşxistin. Lê li hemberî têkoşîna jinên kurd alerjiya dewletan a taybet heye. Em her tim dibêjin ku gelek qirkirin hene. Ji ber ku mîhengên fabrîkayê yên vê dewletê li ser têkpareziyê ye. Ji ber ku di nava hişmendiya yek netew, yek ol, gelek çand heliyane û reng wenda bûne.Têkoşîna jinên kurd îfadeya wê yekê ye ku ev hişmendî bi ser neket û hemû komkujî, tirsandin û operasyonên çewisandinê bê encam man. Ji bo ku di şexsê jinan de gelê kurd teslîm bigire di nav hewlêdanan de ne. Lê gelê kurd teslîm nabe. Nikare teslîm bigire. Ji ber ku nikare teslîm bigire ev gel, ev jin, ji bo hemû gelên ku tên çewisandin, biçûkxistin, bêhêzkirin, hema bêje ji bo hemû jinan dibe kaniya jiyanê.”

‘Ji bo jinan bûn pira azadî’

Berk, anî ziman ku jinên ku teslîmbûnê qebûl nakin di hedefa hêzên desthilatdaran de ne û wiha domand: “Ev jin wêrektiyê belav dikin, fêrî rewşa hebûnê û berxwedanê dikin. Ew hucreyên razayî şiyar dikin. Jinên kurd bi asta xwe ya rêxistinî û hêza xwe ya berxwedanê, ji Zarîfe heta Evînê bûne pireke ku ji dil ber bi dil ve diçe, aqil, vîn û hest di nava xwe de dihewîne. Bûn îspata ku jiyana bê dewlet û bê mêr pêkane ye. Jinên weke Zarîfe, Sara, Nagîhan û Evînê yên ku teslîm nebûn û li ber Sabîha û Sîdîka rawestiyan, bûn xeta berxwedanê û xeta azadiyê. Ev jin ji bo her jineke ku li dijî vê pergalê derketiye, bûye eynik. Îro li Tirkiyeyê tu gavên ku ji bo civak û jinan tên avêtin bi awayekî xweser pêş neketiye. Encama têkoşîna jinên kurd e. Enerjiya vê têkoşînê ji tevgera azadiya jinên Kurdistanê û hêza wê tê girtin. Carinan nerasterast, carinan jî rasterast.”

‘Jinên kurd bûne modelek ji bo jinên li Tirkiyeyê’

Berk, bilêv kir ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji têkoşîna jinên kurd bandor dibin û wiha pê de çû: “Ji partiyên siyasî heta rêxistinên sivîl ji têkoşîna jinên kurd bandor dibin. Tevlibûna jinan a birêxistinkirî ku bi kotaya jinan dest pê kir û gihişt temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê, îro ji bo gelemperiyê Tirkiyeyê bûye modelek. Weke ronîkirina hêza rêxistinî ya jinan, niha rêxistinbûna xweser tê nîqaşkirin û di qadên cuda de tê sepandin. Jin di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de li ser esasê pergalek xweser hatin birêxistinkirin. Di encamê de şaredariyên li Kurdistanê bi tedbîr û pêkanînên xwe yên ji bo rêveberiyeke herêmî ya sosyalîst çawa pêşxistibûn modelek çêkirin.”

‘Dewlet ji vê hêza jinan ditirse lewra dike hedef

Berk, anî ziman ku dewletên zilam ên serdest ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirsin êrîşên xwe zêde kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dikarin her tim hedefgirtina jinên pêşeng ên kurd jî weke parçeyek ji pêngavên dijber binirxînin. Weke ku me got, hêza jinan ya berxwedêr, birêxistinkirî bingehên dewletê dihejîne, ji ber ku ya ku em jê re dibêjin dewlet, rêbazê birêxistinbûyî yê desthilatdariya mêr e. Rêxistinbûn û civakîbûna jinan, desthilatdaran ditirsîne. Dema em li asta ku tevgera jinê li cîhanê bi dest xistiye, em vê yekê dibînin. Ya ku pergalê xera dike ev rastî ye. Ne tenê dewleta tirk ji vê nerehete. Di salên dawî de bêtehamuliya dewletê ya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibe. Em di demeke ku jinên pêşeng ên ji çar aliyên cîhanê tên qetilkirin de dijîn. Divê ji vê re bêjin qirkirina siyasî. Pêşengên têkoşîna jin weke hedefên taybet tên hilbijartin. Dikujin, diavêjin girtîgehan û îşkence dikin. Di van deh salên dawî de ji Sakîne Cansiz heta Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û herî dawî Evîn Goyî bi dehan jinên kurd ên pêşeng bûn hedef û bi planên taybet hatin qetilkirin. Mirov vê rewşê tenê weke plana tepisandina berxwedana jinên kurd binirxîne, wê kêm bimîne. Ji ber ku têkoşîna jinên kurd ne tenê bi erdnîgarî Kurdistanê re sînordar e. Têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê xwedî hêzeke navneteweyî. Pênaseyeke wê heye ku ji Arjantînê heta Afganîstanê rêya xwe dibîne. Em jê re dibêjin ‘Jin jiyan azadîya formula efsûnî’. Lewma bi rêya jinên kurd peyam ji hemû jinan re tê dayîn. Dibêjin ger hûn bê serok, bê rêxistin, bê bîrdozî bin em ê heta dawiyê ji we re deriyan vekin. Lê heke ne wisa be peyama me ji we re ev e. Helbet em dikarin van êrîşan weke encama tirseke mezin binirxînin. Niha jî dibînin ku tevî van hemû cînayetên siyasî jî jin serî natewînin. Di nav sînorên ku dewletan destnîşan kirine de doza mafan nakin. Ew dewletan derbas dikin, sînoran derbas dikin. Ji aliyê bîrdozî û rêxistinî ve bi vî rengî pêş dikeve. Bi rastî jî ya ku dewletan ditirsîne jî ev e.”

Komkujî bi tifaqa dewletan pêk tê

Berk, da zanîn ku komkujiyên li dijî têkoşîna jinan bi tifaqa dewletan pêk tên û axaftina xwe wiha bi van gotinan dawî kir: “Bêguman komkujiya yekem a Parîsê êrîşeke plankirî bû. Ji roja destpêkê ve ji aliyê gelê kurd û dostên wan ve hate gotin ku îstîxbarata tirk ev komkujî organîze kiriye û haya îstîxbarata Fransa jî jê hebûye. Pişt re ev yek hat îspat kirin. Tişta ku anîn serê Omer Guney, hewldanek ji bo veşartina van delîlan bû. Kuştina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî di encama plansaziyeke pir baş de çêbû, her çendî hewl hat dayîn weke bûyereke nijadperestî bê nîşandan jî. Ev yek girêdayî wê ye ku hêzên navneteweyî di dema pêş de wê çiqas sûdê ji derketina delîlên vê yekê werbigirin. Yekane bingeha me ya ji bo dubare nekirina komkujiya Parîsê, berxwedana me ya rêxistinî û îradeya me ya hesabpirsîna komkujiyan e. Taybetmendiya herî ciyawaz a dewletan ku em jê re dibêjin hêzên navneteweyî ew e ku bi çi awayî dibe bila bibe parastina pergala dewletê dike. Tifaqa dewletan heye. Ji ber vê yekê bi hêsanî dikarin sûcên hevdu veşêrin. Saziyên navneteweyî yên ku ji bo parastina mafên mirovan vekirine, îro bi tevahî bêfonksîyon in. Dema ku dor tê ser wan û sûcên wan aşkere bibin, hemû zagon û rêgezên xwe li aliyekê dihêlin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê îro yek ji wan têkoşînên ku herî zêde jiyana pergal û dewletan xetere dike dimeşîne. Îdia dike ku jiyana bêdewlet bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan pêkane û bi vê îdiayê dike. Ev rastiye hêviyê dide yên ku li dijî vê pergalê, yên ji vê pergalê nerihet in, ciwan, jin û gelan. Şoreşa Rojava tevî hemû zehmetiyan, dagirkerî, şer û polîtîkayên şerê taybet jî bûye navenda hêviyê û ev jî îfadeya vê yekê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar