Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewlet kujerên xwe diparêze: Polîsê ku Recep Hantaş qetil kir hate berdan

Polîsê bi navê K.B. ku di 14’ê nîsana îsal de ciwanê ji Amedê Recep Hantaş li Parka Sumerê qetil kir, hate berdan. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê diyar kir ku her çiqas delîlên şênber hebin jî, 40 rojên kujer ên girtî li ber çavan girtiye û biryara tehliyeyê daye

Ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) di 14’ê nîsana îsal de li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hantaş de polîsê bi navê K.B. ji sûcê ‘Biqisûr û zanebûn kes kuştiye’ hatibû girtin. Derket holê ku polîsê kujer hatiye berdan.

Parêzerê polîsê sûcdar Mûstafa Demîr serî li dadgehê da û îtîrazî biryara girtinê ya 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê da. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îtîraz nirxand û di 24’ê gulanê de biryara ‘darizandina negirtî’ da û polîsê kujer K.B. piştî girtina 40 rojan tehliye kir.

Hinceta berdana kujer

Balkêşe ku dadgerê ku lêpirsîna dosyayê dikir, tevî delîlên şênber jî biryara tehliyeyê da. Dadger hinceta tehliyekirina polîsê kujer jî wiha destnîşan dike: “Dema ku mirov li çarçoveya dosyayê dinihêre, li gorî xala CMK 100/1’ê her çiqas der barê sûcdar de delîlên şênber hebin jî, ji ber ku gumanbar di 14.04.2019’an de hate girtin, rewşa delîlên heyî, komkirina delîlan, ji ber ku rewşa wî ya girtî bi sedema tedbîrê ye û her wiha dema ku dema girtina wî li ber çavan tê girtin, tê xuyakirin ku berdewamkirina rewşa wî ya girtî bipîvan nabe. Bi vê yekê re biryara bi jimar 2019/216 a 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê ya di 14.04.2019’ê de hatiye rakirin û biryara tehliyeya wî hatiye dayîn. Li gorî vê, biryara girtinê ya 2’yemîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Amedê hate rakirin û heta ku lêpirsîna der barê gumanbar de tê temamkirin, ev kes dê li gorî xala CMK 109/3-b her hefte di rojên duşem û înê de biçe îmzeyê biavêje. Der barê gumanbar de biryara şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”

Hantaş çawa hate qetilkirin?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevalê Recep Hantaş ê ku di dema qetilkirina Hantaş de li cem wî bû R.Y. ku piştî êrîşê hatibû binçavkirin û berdan, der barê mijarê de axivî bû û diyar kiribû ku dema bi Recep re rûdiniştin, polîs bêyî ku wan hişyar bikin, êrîşî wan kir. Walîtiya Amedê jî di daxuyaniyê de diyar kiribû ku Hantaş ji ber ku guh neda hişyariya ‘raweste’, hatiye kuştin. Lê di rapora otopsiyê de xuya bû ku guleya ku bûye sedema mirina Hantaş, li serê wî ketiye. Di bedena Hantaş de ketina guleyên 2 çekên cuda, derketina guleyekî hatibû tespîtkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku guleya ku li rexê rastê ya patika Hantaş ketî, ji çavê rastê û poza wî re derketiye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar