PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dewlet li dijî leşkerên xwe jî hovtir e

Van rojên dûmahiyê sucên şer ya dewleta hov zêdetir tê gengeşîkirin. Êdî hemû dinya zane ku ev dewleta hov, sûcên şer pêktîne. Lê desthilatdarên dinyayê ji ber ku berjewendiyên wan tê de tune ye van sûcan aşkere nake.

Ya rast, dewleta hov ne tenê li dijî kurda, her weha li dijî leşkerên xwe jî sûcên şer pêktîne. Ya ku zêde naye rojevê yek jê jî ev rastî ye.

Di 27’ê cotmehê de berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê Serdar Yektaş, beşdarî telewîzyona Stêrkê bû. Di axaftina xwe de careke din bal kişand sucên şer ya dewleta hov û got, “Dewleta tirk ji bo leşkerên wê derbasî destê hêzên me nebe, wan bi zindî bombe dike û dikûje.” Serdar Yektaş di dûmahîka axaftina xwe de got “Di destê me de belgeyên van sûcan hene. Bila zor nedin me! Ya na em ê van hovîtiya wan bi belge û dîmenan biweşînin û wan rezîl bikin.”

Di derbarê çalakiya gerillayan ku Serdar Yektaş vedigot, Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di 12’ê îlonê de agahî bi raya giştî re parvekiribû. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, di vê ragehandina xwe de navê 10 leşkerên tirk ku dîsa bi destê dewleta hov hatine kûştin aşkere dikir. Bi gor agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê navê wan leşkeran Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harun, Mert, Oguz ve Fuat in.

Diyar e, ne tenê navê van leşkeran, her weha dîmen û belgeyên din ya van leşkeran jî di destê HPG’ê de hene. Lê ew hêzên ku mecbûr ma û dîmenên du şervanên xwe parve kir, heta niha jî dîmen û belgeyên hovîtiya dewleta tirk ya li hember leşkerên xwe kiriye, neweşandiye. Bêgûman sedemên vê yekê hene. Di serî de Konvansiyona Şer ya Cenewreyê rê nade vê yekê. Her weha bi gor ehlaq û hiqûqa şer jî weşandina dîmenên bi vî rengî ne di cî de ne. Lê ev dîmen neyên weşandin jî em dizanin ku dewleta tirk, di şer de tu ehlaq û hiqûq nasnake û li dijî gelê kurd jî, li dijî leşkerên xwe jî her cûre hovîtiyê dike. Ev hovîtiya dewleta tirk, berî niha jî aşkere bibûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di îlona 2021’a de nasnameyek leşkerê tirk ya bi navê Sezaî Gungor parvekiribû. Di vê daxwiyaniyê de bal kişandîbû ku Sezaî Gungor dema xwestiye xwe radestî gerillayan bike ango teslîm bibe, ji alî hevalên xwe ve hatiye kûştin. Şervanên HPG’yê di vê heyamê de ji bo Sezaî Gungor neye kûştin, dikevin şer jî. Hevalekî wan birîndar dibe. Di taliyê de Sezaî Gungor ji alî leşkerên tirk ve ji bo xwe radestî gerillayan neke tê kûştin. Lê gerîlla diçin ser cenazeya Sezaî Gungor û hemû nasname û çek û belgeyên wî yên din bi dest dixe.

Di derbarê Sezaî Gungor de dewleta tirk heta niha çi agahî nedaye. Tenê bavê Sezaî Gungor carekî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, “Dewlet tu agahî nade. Mafê min heye ku dewlet min di derbarê kurê min de agahdar bike. Heke tiştê tê gotin rast be, ango kurê min bi destê hevalê xwe hatibe kûştin, wê demê aşkere dibe ku kûrê min xerckirine.”

Suç ne tenê ev in. Divê were bîra we. Di dema êrîşên ser Garê de jî dewleta tirk 13 dîlên di destê HPG’ê de bûn, bi çekên jehrî kuştibû.

Êrîşa ser bi Garê di sibata 2021’a de hatibû çêkirin. Dewleta tirk bi dehan balafir û bi hezaran leşkeran ve êrîş biribû ser Garê. Dû re diyar bû ku Erdogan dixwest 13 sîxûr û leşkerên dîl in bîne Tirkiye û çîrokek nû ya qehremaniyê binivîsîne. Mizgîna Erdogan di destê wî de peqiya. Şervanên HPG’ê berxwe dan û di encam de ji bo parastina dîlan 15 gerîlla şehît bûn. Dewlet dît ku nikare dîlan bîne, ev car wan bi çekên jehrî kûşt. Ango 13 dîlên di destê HPG’ê de bûn, ji alî dewleta hov bi zanebûn hatin kûştin.

Ya rast divê em bizanibin, mesele di esasa xwe de hovîtiya dewleta tirk e. Ew ji bo mayîndebûna xwe dikare her cûre hovîtî bike. Ango neviyên Osmanî ne tenê li dijî kurda an jî li dijî mixalîfên xwe, dikare li hember leşker û alîgirên xwe jî her cûre hovîtiyê bike. Heta ku pêşî lê neye girtin jî ew ê hovîtiyên xwe bidomînin.

Nûçeyên Têkildar