Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dewleta Almanyayê ceza li siyasetmedarê kurd birî

Siyasetmedarê kurd Mehmet Çakas ku ev demeke dirêj e li Almanyayê bi awayekî girtî dihat darizand, 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li hat birîn. Parêzerên Çakas diyar kirin ku ew ê îtîrazî biryarê bikin.

Dewleta Almanyayê jî mîna dewleta tirk a dagirker welatiyên kurd digire û ceza li wan dibire. Siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas ê ku demek dirêje li Almanyayê girtî bê danişîna wî hat dîtin. Danişîna biryarê li Dadgeha Bilind a Eyaleta Celleyê pêk hat. Çakas, parêzer û malbata wî jî beşdarî dadgehê bûn. Çakasî di danişînê de ragihand ku ew têkoşîna xwe diparêze û dadgêrî bal bişand ser parastina Çakasî û biryara dadgehê xwend.

Dadgerî di çarçoveya qanûna 129b’yê ya binakok de 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Çakas birî. Li gorî vê biryarê Çakas wê hêj18 mehên din were rehîngirtin. Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîkayê wê parêzerên Çakasî ji biryarê re îtîrazên xwe bikin.

Li dijî vê biryarê çalakiyek hate lidarxistin û gelek kesan nerazîbûna xwe nîşan da. Di çalakiya protestoyî de çalakvanan polîtîkaya krîmînalîzekirina li dijî kurdan a dewleta Almanyayê protesto kirin û dirûşmeyên; ‘Ji Mehmet Çakas re azadî’ hatin berzkirin.

Çakas li Almanyayê li gel 11 girtiyên siyasî tê rehîngirtin û di çarçoveya qanûna129b’yê de dihat darizandin. Rehîngirtina Çakasî ku ji 16 mehan derbas bûye û Çakas li Girtîgeha Hannoverê tê rehîngirtin. Her wiha dewleta Îtalyayê serlêdana Çakasî ya penaberiya siyasî red kiribû û ew ji Almanyayê re hatibû radestkirin.

Çakasî di parastina xwe de nerazîbûna xwe nîşanî sûcdarkirina di çarçoveya terorê da û ev yek anîbûn ziman: ‘’Ez bi temamî li gorî mafên bingehîn ên qanûnî tevgeriyame. Tevî vê yekê jî ez bi sûcê ‘terorê’ têm sûcdarkirin ku ev yek biçûkxistineke mezin e. Ez vê sûcdariyê teqez red dikim. Sûcdarkirina ‘terorê’ rêbazeke veşartin û rewakirina komkujiyê ye.’’

Çakas beriya danişînê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û têkildarî mijara cezakirinê ya muhtemel de ev yek anîbûn ziman: ‘’Hewce ye hemû girtin û cezakirin têkoşîn û hevgirtina civakî xurttir bike. Parastina hebûn, ziman û nasnameyê bingeha exlaq û rûmetê ye. Ez ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedim, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar