Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên “Polîsên Leşkerî” welatiyê bi navê Mihemed Izedîn Elî (31) ê ji gundê Mosaka yê Racoyê di 10′ê Nîsanê de revand.
Her wiha Hisên Mistefa Nûrî Hidik (43) ê ji gundê Dêrsewanê yê Şerayê cara duyemîn li benda kontrolê ya çeteyên Polîsên Leşkerî ya li têketina gund, revand.
Li Şerayê jî, çeteyan Aryan Mihemed Xelîl (36) ê ji gundê Meiriskê revand û erebeya wî dizî.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî sûcên qetilkirin, revandin, dizîn û talankirinê dewam dikin. Wê yekê bi hewldana koçberkirina şêniyên mayî û guhartina demografiyê dikin.