Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Dewleta dagirker a tirk newêre sing bi sing bi gerîla re şer bike

Gerîla Êrîş Bahoz diyar kir ku dewleta tirkne dewletek wisaye ku were singe sing bi hevalan re şer bike û got: “Tenê bi teknîka xwe şer dike. Êdî şert û mercên zivistanê nêz dibin, teknîka ku ew qas jê bawer in wê zivistanê bêbandor bibe.”

Gerîla Êrîş Bahoz der barê berxwedana gerîla û êrîşên dewleta dagirker a Tirk de axivî. Gerîla Bahoz got ku dewleta tirkne dewletek wisaye ku were singe sing bi hevalan re şer bike û got: “Wê çaxê ez dikarim bibêjim wê rewşa dewleta tirkji rewşa niha xirabtir bibe. Em hemû hevalên niha di çeperan de cihê xwe digirin di vê baweriyê de ne û şer dikin.”

Gerîla Êrîş Bahoz jî bal kişand ser aramancên dagirkeriyê ya li ser Heremên Parastinê yên Medyayê û wiha got: “Wekî ku tê zanîn ev demek dirêj e dewleta tirkbi operasyonan dixwaze qadên gerîla dagir bike. Ev tevgerên dagirkeriyê yên artêşa tirkli herêmên Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Metîna û Heftanîn ji sala 2016’an heya niha berdewam dikin. Di zivistana sala 2021’an de êrîş anîbûn li ser herêma Garê jî. Li Garê di pêşengiya hevalê Şoreş de di astek pir mezin de êrîşên artêşa tirkhatin şikandin. Armancên dijmin hatin têk birin. Şerê li herêma Garê, li Siyanê birêveçû di şerê gerîla de guhertinên nû ava kir. Şêwaze şerê gerîla yê nû derxist holê. Dijmin niha bi teknîka xwe êrîş tîne li ser gerîla. Ji bo teknîka dijmin vala were derxistin û hevsengiyek di navbera her du hêzan de çêbibe, hevalan rêbaza tunelên şer pêş xistin. Yên ku ji şerê tunelan bi qehremantiyek mezin kir hevalê Şoreş Bêytûşebab bû.

Bi çekên kîmyewî û çekên taktîk nukleerî êrîş dikin

Piştî zivistana sala 2021’an, di bihara sala 2021’an de li herêma Avaşîn, Zap û Metinayê ev şer dijwartir û geştir bû. Li girê Mamreşo, li girê Sor û li girê Zendûra şerê gerîla dijwartir bû û ev şer hîna jî berdewam dike. Di van 3 salên dawiyê de dijmin neçar ma êdî teknîkên cûdatir bikar bîne. Ji xwe teknîka ku artêşa tirkbikar tîne tê zanîn. Dijmin êdî bi balafirên şer û yên keşfê bi şerê gerîla re nekarî. Lewma serî li rêbazên qirêj ên şer da. Bikaranîna çekên kîmyewî û çekên taktîk nukleerî êrîş dibin li ser gerîla û bi vî awayî dixwazin mewziyên gerîlayan ji destê wan bigirin. Raste dijmin xwe li hinek deverên Avaşîn, Zap û Metînayê bi cih kiriye. Lê nekarî sengerên me yên bihêz ji destê me bigirin. Ev şer hîna jî didome. Di sala 2022’an de ev şer derket asta herî lûtkeyî. Her ku dijminê me li cihekî xetimî, ji cihek din êrîş anî li ser gerîlayan. Wisa xwestin bala gerîla ji cihê ku dixwazin dagir bike belav bike. Bi vê armancê di sala 2022’an de êrîşên xwe berfireh kir. Di sala 2023’an de jî êrîş kirin, lê wekî salên beriya wê ne êrîşên berfireh bû. Bi êrîşên piçûk dixwestin hinek deveran dagir bikin.”

Leşkerên tirk li kêleka baregehên PDK’ê ne

Di dewama nirxandinên xwe de, gerîla Bahoz wiha qala hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê re kir: “Herî dawiyê li herêma Metîna û li herêma Şehîd Delîl Zagros êrîşek nû bi hevkariya PDK’ê dan destpêkirin. Artêşa tirkyekser bi xwe leşkerên xwe danexistiye deverekê û li kêleka baregehên PDK’ê leşkerên xwe dadixe. Bi vî awayî heta radeyekî leşkerên xwe ji gerîlayan parastiye. Gerîla ji bi hestyariyek neteweyî nêz dibe û naxwaze zirar bigihîje hêzên Kurd. Lewma hevalan li ser leşkerên ku xwe li kêleka baregehan bicih kiriye çalakiyên mezin û bi tesîr nekiriye. Gerîla ji bo zirar negihîje hêzên Kurd çalakî li ser van baregehan pêk neanîn. Lewma artêşa tirkjî hêzên PDK’ê ji bo xwe weke çeper bikar tîne û bi vî awayî li hinek deveran dixwaze veşartî an jî bi bombardumanên tund pêş ve were û sengeran bigire.”

Gerîla Bahoz berxwedana li Girê Cûdî û armancên êrîşê bi van gotinan anî ziman: “Di meha Tîrmehê de li Girê Ortê û li Girê Cûdî li ser van esasan tevgerekî dagirkeriyê dane destpêkirin. Niha heval di çeperan de şer dikin û hîn jî çeperên xwe diparêzin. Herî dawiyê jî li Girê Amediyê û devera Çarçela herêma Metînayê dijmin tevgerekî nû da destpêkirin. Dîsa bi heman şêwaze, bi alîkariya hêzên PDK’ê pêş ve hatin. Yekser bi xwe nikarin biçin li ser çeperên gerîla. Di heman demê de teknîkek tund jî bikar anîn. Heta niha jî dijmin ji vê tevgerê tu tişt bidest nexistiye. Leşkerên tirk li çend girên di navbera  hevalan û hêzên PDK’ê de xwe bi cih kiriye. Hevalên me jî bi hestyar tevdigerin û lewma pir zêde bi dijwarî li hêzên dagirker nadin. Lê dema dijmin dixwaze êrîş bibe li ser sengerên esas ên gerîla hevalê me bê bersiv namînin û bersiv didin.”

Dijmin newêre sing bi sing bi gerîla re şer bike

Gerîla Bahoz di dawiya axaftinên xwe de wiha qala şer û cihê ku artêşa Tirkiyê tê de ye kir: “Dewleta tirkne dewletek wisaye ku were singe sing bi hevalan re şer bike. Tenê bi teknîka xwe şer dike. Eger kes nema wê demê ji bejahî dixwazin pêşve werin. Êdî şert û mercên zivistanê nêz dibin, teknîka ku ew qas jê bawer in wê zivistanê bêbandor bibe. Wê çaxê ez dikarim bibêjim wê rewşa dewleta tirkji rewşa niha xirabtir bibe. Em hemû hevalên niha di çeperan de cihê xwe digirin di vê baweriyê de ne û şer dikin. Wê performansa şer a gerîla di van şertan de bigihîje lûtkeyê. Weke par li Girê Hekarî, li Girê Cûdî û li herêma Zapê hevalan êrîş kirin, çûn li ser gelek cenazeyên dijmin û gelek çeper îmha kirin, li hinek cihan hevalan gir ji destê dijmin girt û dijmin neçar ma bireve. Em jî niha di nava amadekariyan de ne ku dema pêşiya xwe bi çalakiyên xurt bibin bersiv ji vê tevgerê re û amadekariyan dikin da dijmin li van herêman bişkînin û rê nedin pêşve were.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar