Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dewleta faşîst ji bo guhertina demografiyê êrîş dike

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Adalet Omer diyar kir ku dewleta faşîst a tirk ji bo koçberkirinê êrîşan dike û wiha got: "Plan dike ku gelê bi sedan sal in li ser vê xakê ye koçber bike û demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze herêmê ji xwediyên xwe yên esîl vala bike, çeteyan û malbatên wan li herêmê bi cih bike. Bi rêya çeteyan jî wê hewl bide plan û projeyên xwe yên li ser herêmê bixe meriyetê.”

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.  Adalet Omer diyar kir ku êrîşên artêşa dagirker a tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî nesekinîn, her tim zêde bûn û li ser armanca van êrîşan ev tişt anî ziman: “Êrîşên dewleta dagirker a tirk di 5’ê cotmehê destpê kirin li hemberî gel bûn Êrîşî wargehên sivîlan û çavkaniyên wan ên debarê kirin. Rayedarên tirk li ber çavên raya giştî ya cîhanê cihên ku êrîşî wan bike bi aşkera bilêv kirin. Di çarçoveya vê daxuyaniyê de jî kete nava liv û tevgerê. Êrîş li mirovên sivîl hatin kirin. Tevî vê yekê êrîş bir ser yekîneyên ewlehî û aramiya herêmê. Mînak; êrîş bir ser endamên asayîşê yên ku li dijî bikaranîna narkotîkê xwe bi rêxistin dike.”

Dixwazin çeteyan li wir bi cih bikin

Adalet Omer da zanîn Xwest bi êrîşan gel bide koçkirin û bi vî rengî dagirkeriyê hêsan bike û wiha pêde çû: “Lewma jî dixwaze ku dagirkeriyeke din bike. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî diyar bike. Plan dike ku gelê bi sedan sal in li ser vê xakê ye koçber bike û demografiya herêmê biguherîne. Dixwaze herêmê ji xwediyên xwe yên esîl vala bike, çeteyan û malbatên wan li herêmê bi cih bike. Bi rêya çeteyan jî wê hewl bide plan û projeyên xwe yên li ser herêmê bixe meriyetê. Kiryar û pêkanînên xwe yên li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dixwaze li qadên azad belav bike û ji bo vê jî êrîşên xwe dewam dike.”

Adalet Omer ragihand ku êrîş yekser li ser sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û got, “Gelên herêmê di nava yekîtî û hevgirtinê de dijîn. Gel herêmê bi rê ve dibe û li herêmê xwedî mafê axaftinê ye. Sîstemek ku pêwîstiya gel bi desthilatdariyê nîne û xwe bi rêxistin dike. Projeyek ku mejiyê desthilatdariya temsîl nake. Ji ber vê yekê ji projeya neteweya demokratîk ditirsin ku rêveberiya xweser ji xwe re dike esas. Li dijî sîstemeke ku civak tê de xwe bi rêxistin dike û xurt dibe, şer didin destpêkirin. Ji ber ku li hemberî desthilatdariya gel winda dikin. Lewma ji bo sîstem hîn xurtir nebe, gel qetil dikin, êrîşî binesaziyê dikin.”

Bêdengî dihêle ku dewleta tirk hîn bêhtir êrîş bike

Di berdewamiya axaftina xwe de Adalet Omer bal kişand ser êrîş, destavêtin, talan û komkujiyên li herêmên dagirkirî û wiha got: “Hêzên navneteweyî li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî jî binpê kiriye. Li kîjan bajarîn yan jî welatî ewqasî hilweşîn pêk hatiye? Li kîjan welatî êrîş li saziyên sivîl, li qadên jiyanê têne kirin, yan jî mirovên sivîl têne qetilkirin? Li hemberî van kî bêdeng in? Lê belê dema mijar dibe herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hingî her kes xwe bêdeng dikin. Ev bêdengî jî dike ku dewleta tirk hîn bêhtir êrîş bike û nîşan dide ku hevkariya bi dewleta tirk re ye. Ji ber ku ev sîstema ku gel di nav de têra xwe dike, li berjewendiyên hêzên hegemon nayê. Her ku gel bi vê sîstemê xwe bi rêxistin dike, gelên li welatên din jî wê bi bandora vê yekê li hemberî desthilatdariyê bêdeng nemînin. Her ku gel xwe bi rêxistin bike jî wê serweriya çîna serwer kêm bibe. Lewma naxwazin ku gel xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî îrade.”

Adalet Omer destnîşan kir ku ji ber vê yekê jî hêzên hegemon ên ji vê sîstema xwe dispêre îradeya gel ditirsin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hêzên li pişt wê bêdeng dimînin. Adalet Omer bal kişand ser berxwedana gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di dawiya axaftina xwe de got, “Li herêmê bi armanca dagirkeriyeke nû dema dawî êrîş zêde bûn. Lê belê gel li ber êrîşan rabû û nîşan da ku çi dibe bila bibe wê xaka xwe neterikîne. Ev gelê xwedî ruhê têkoşînê, ji destpêka şoreşê ve şer dike û li aliyê din jî xwe bi rêxistin dike. Gelê me li gel durûtiya cîhanê zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe radike û li ber xwe dide. Ji xwe eger tu dixwaze bi rengekî azad bijî, yekane rêya vê yekê jî berxwedan e. Ev têkoşîn wê hîn mezin bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar