Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta faşît a Îranê 4 jinên ciwan bi gaza jehrî qetil kir

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê êrîşên jehrî yên dijî dibistanên xwedenvanên jin bê navber dewam dikin. Hat hînbûn ku 4 jinên xwendevan jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiya meha mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrîşê ser dibistanên jinan tên kirin. Li gor daneyan heta niha zêdetirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarek din ên Îranê bi sedan xwendekarên jin ber gazên jehrî ketine û wan rakirine nexweşxaneyan.

Têkildarî kîmyewiyên ku hatine bikaranîn jî agahiyên zelal nehatine bidestixistin.Di encama êrîşên kîmyewî de zaroka bi navê Karîn Alamdarî jî di nav de 4 zarok hatin qetilikirin.

Xelkê Mahabadê nerazîbûn nîşanî jehrîbûna ku di demên dawî de li dibistanan zêde bûne, da û dest bi çalakiyan kir. Xelkê barîkat danîn û agir vêxistin û banga zêdekirina çalakiyan kir.

Li navçeya Gogtepe ya Mahabadê piştî xwendevanên Dibistana jinan a Sabayê bi jehrîn bûn, gelek dibistanan biryar dan ku li dibistanê saetekê zû dersên xwe biqedînin.

Çalakvanên Îran û rojhilatê Kurdistanê dibêjin, êrîş tolhilanîna ji jinane û li pişt êrîşê desthilat bi xwe heye.

Duh derbarê êrîşan de Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistan bi daxuyaniyekê ragihand ku jehrîkirina xwendevanên jin ku pêşengiyê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re kirine, êrîşên bi çekên kîmyewî, çandek faşîstane û zilamsalarî ya ku bi Hîtler û Sedam destpêkir, niha jî bi Erdogan û Xamaney re dewam dike ye.”

KCR’ê bang li ciwan û malbatên xwendevanan kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin û bi hevre dakevin kolanan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar