Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê da zanîn ku dewleta Îranê di kêmtirî mehekê de 50 kes darve kirine ku 9 jê welatiyên kurd in.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de da zanîn: “Ji destpêka salê ve zêdetirî 50 kes ji aliyê desthilata Îranê ve hatine darvekirin.”
Li gorî rapora salane ya HRANA’yê dewleta Îranê sala borî 565 kes darve kirin ku de 11 jê jin bûn û 5 jî zarok bûn.