Li gorî nûçeyên medya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê duh êvarê li herêma Hengejalê ya bajarê Bane kolberên kurd gulebaran kir. Hat ragihandin ku di encama gulevbaranê de Ahmed Sadiqî yê 32 salî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Ahmet Sadîqî zewicî û bavê du zarokan e.
Li gorî bîlançoya 10 mehên dawî, di encama gulebarana hêzên Îranê tenê li nava sînorên Bane de 18 kolber hatin qetilkirin.
Duh di encama gulebarandina li ser sînorê Bane de 3 kolberên din jî birîndar bûn.