Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...
Çarşamba - 26 Haziran 2024

Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Dewleta Iraqê li Şengalê di nava lîstîkên qirêj de ye

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo diyar kir ku dewleta Iraqê bi girtina Ebû Segir hewl da ku di navbera civaka êzidî û ereban de aloziyê derxe û wiha got: “’Sedema girtina endamê Desteya Rêveber ew bû ku Ebû Segir li hemberî planên dewletê yên parçekirina civakan rabûye û dixwazin bi girtina wî çavê gelê ereb bitirsînin. Dewleta Iraqê xwest di şexsê Ebû Segir de gelê ereb çavtirsandî bike û ji Rêveberiya Xweser dûr bike, lê gelekî ku bi fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo rabibe û li ber xwe dabe, wê tu carî serî li ber van planan netewîne.’’

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê heta sala 2014’an li Şengalê desthilatdar bû. Beşek ji siyaseta wan a li Şengalê ew bû ku di navbera civaka êzidî û gelê ereb de nakokiyan çêbike, wan li hev sor bike û zemîna şer û pevçûnê ava bike. Ji bo bertek bi gelê ereb re çêbibe di benden kontrolê de zehmetî ji wan re çêdikir û nedihişt bi rehetî derbasî nav Şengalê bibin. PDK’ê bi van pêkanînan dixwest kîn û hêrsa gelê ereb li hemberî civaka êzidî çêbibe. Encamê vê siyaseta qirêj di fermana 2014’an de xwe nîşan da û nakokiyên di navbera civaka êzidî û gelê ereb de kûr bû. Lê piştî ku fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo li herêmê berbelav bû, ev kîn û hêrsa di navbera gelan de rabû û hemû pêkhateyên Şengalê di bin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de bûn yek deng.

Di demên dawî de vê carê jî dewleta Iraqê zextên li ser gelê ereb zêde kiriye bi taybet li ser sazî û kesên ku di nav pergala xweseriyê de cih digirin. Serdegirtina malan, girtina pêşeng û rûspiyên gelê ereb weke siyaseta qûtkirina wan ji pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê tê meşandin. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo vê siyaseta Iraqê ji ANF’ê re nirxand û got: ‘’Ji sala 2003’yan heya 2014’an PDK’ê bi hemû rêbazan durûtî di nava civaka êzidî û ereb de pêk anî, niha Iraq heman rêbazê dide meşandin.’’

Cîhan Celo bi bîr xist ku yekem gavê vê siyasetê danîna têlan di navbera gundên civaka êzidî û gelê ereb de bû û wiha axivî: ‘’Danîna têlan yek ji xalên Peymana 9’ê cotmehê bû lê îradeya gelê me ev planên wan pûç kirin û vê planê ti bandora xwe li gel nekir. Niha jî dixwazin bi girtin û êşkenceyê bi gelê ereb gav paş de bidin avêtin.’’

Hêzên Iraqê 28’ê gulanê bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Şengalê û di heman demê de Hevserokê Meclîsa Gel a gundê Bîrcarî Ebû Segir de girtin û ew bi êşkenceyê binçav kirin. Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo girtina Ebû Segir jî bi van gotinan nirxand: ‘’Sedema girtina endamê Desteya Rêveber ew bû ku Ebû Segir li hemberî planên dewletê yên parçekirina civakan rabûye û dixwazin bi girtina wî çavê gelê ereb bitirsînin. Dewleta Iraqê xwest di şexsê Ebû Segir de gelê ereb çavtirsandî bike û ji Rêveberiya Xweser dûr bike, lê gelekî ku bi fikrê netewa demokratîk a Rêber Apo rabibe û li ber xwe dabe, wê tu carî serî li ber van planan netewîne.’’

Cîhan Celo bi bîr xist ku piştî fermana 2014’an Şengal bi destê şervanên YBŞ û YJŞ’ê ji DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û wiha berdewam kir: ‘’Civaka ereb jî ev yek hizir kir ku hêzek û fikrek heye ku dikare wan ji hemû êrişan biparêze û li wan xwedî derbikeve. Îro bi sedan şervanên YJŞ’ê û YBŞ’ê yên ji pêkhateya ereb hene. Bi dehan şervanên ereb li kêleka şervanên êzidî şêrê DAIŞ’ê kirine û gihane asta şehadetê. Madem ku xwîna me tevlî hev bûye û em li ser fikir û armancekê ne û dijminê me yek e, wê ti kes nikaribe xwişk û biratiya di navbeyna me de jî xira bike û pê bilîze.’’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo di dawiya nirxandina xwe de da zanîn ku Ebû Segir 20 roj in girtî ye û di bin êşkencê de ye û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha anî ser ziman: ‘’Ebû Segir ji ber ku li hemberî bê edaletiya dadgeha Iraqê derket, hate girtin û em ti tiştî li ser jiyana wî nizanin. Em nizanin ka di çi rewşê de ne, me weke Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran serlêdan kirine, me parêzer jî xistine dewrê û ji ber doza wî erkdar kirine. Em weke Rêveberiya Xweser dibêjin em ê ti carî dev jê bernedin heya ku em endamê xwe rizgar bikin.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar