Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewleta ku bi gulebaranê nekuşt dixwaze di zindanê de birizîne

Girtî Abdullah Zoraslan  di sala 2016’an de ji hêla polîsan ve hat gulebarankirin û bi giranî birîndar kir. Niha jî ji tehliyeya wî re 3 roj mabûn, cezayê muebbetê û 23 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî. Zoraslan got ku dozger jê re gotiye; “Ev 3 sal in li bendê bûm ku dema ji bo tehliyeya te 3 roj bimîne dîsa te bidim girtin.”

Li welatiyê bi navê Abdullah Zoraslan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Ji bo tehliyeya Zoraslan 3 roj mabûn ku bi hinceta sûcdariyên din careke din hate girtin û di encama darizandinê ji 6 qet ji cezayê berê zêdetir ceza lê hate birîn.

Di 16’ê adara 2016’an de dema Zoraslan li ser Kolana 861 a Cadeya Lezgîn Avci ya Taxa 5 Nîsanê ya Rezan a Amedê dimeşiya bû hedefa guleyan û 13 gule lê ketin. Welatiyên li derdorê jî Zoraslan rakirin nexweşxaneyeke dewletê û li nexweşxaneyê gelek caran hate emeliyatkirin. Di emeliyatan de ji sedî 85’î rûviyên Zoraslan hatin jêkirin û 6 guleyên di laşê wî de jî nehatin derxistin. Piştî tedawiya 5 mehan, di meha tebaxê de Zoraslan ji nexweşxaneyê derket û di roja ewil de ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi heman tawanbariyan îdianame amade kir. Di îdianameyê de hat gotin ku dema Zoraslan rastî êrişa çekdarî hatî û bi birîndarî rakirin nexweşxaneya dewletê bi agahiyên nasnameya pismamê xwe qeyda xwe li nexweşxaneyê çêkiriye, wêneyên wî yên dema di nava rêxistinê de û li çoltarê hatine kişandin hatine dîtin, her wiha di 3’yê kanûna 2015’an de li ser îxbarê wesayîta ajokarê bi navê C.T. hatiye sekinandin û çendek melzemeyên muhîmatê tê de hatine girtin û ajokar di îfadeya xwe de gotiye ku ev malzeme bi darê zorê li wesayîta wî hatine barkirin û li ser kaxiza nîşeyê ya di wesayîtê de şopên tiliyê yên Zoraslan hatine dîtin. Bi van îdiayan jî dozger xwest ku Zoraslan were cezakirin.

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî îdianame qebûl kir. Zoraslan jî di dozê de bersiva van îdiayan da û got ku dema malbata wî ji êrişa li dijî wî agahdar dibe ji ber fikarên aboriyê neçar mane ku qeyda wî ya li nexweşxaneyê li ser navê pismamê wî çê bikin, wêneyên ku tên îdiakirin li çoltarê hatine kişandin di esasê xwe de li gundê Sîsê yê Liceyê di dema mîhrîcanê de hatine kişandin û li ser wî cil û bergên kurdî hene.

Ji bo şopa tiliyê ya li ser dokumana rêxistinî ya hatiye bidestxistin jî Zoraslan got ku dema li dermanxaneyê dixebitîn weke eşantiyon lênûs û pênûs belav dikirin û dibe ku ji ber wê be. Li gel ku endamê rêxistinê A.K. ku tevî ajokarê wê alav li wesayîtê siwar kirine piştre di îfadeyên xwe de got ku Zoraslan nas nake jî 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn.

Zoraslan 7 salan di hefsê de ma û ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn ku di çarçoveya lêpirsîneke di demên berê de dîsa anîn edliyeyê. Di encama lêpirsîna dozgeriyê de bi îdiaya hinek delîlên di dosyaya berê de û îfadeyên hinek şahidan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin û hate girtin.

Dema ku Abdullah Zoraslan di girtîgehê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi tawanbariyên muxalefeta li dijî xalên 302 û 174’emîn TCK’ê îdianame hate amadekirin. Şahidan di îfadeyên xwe de îdia kirin ku nasnavên weke “Brûsk Amed” , “Brûsk Argat” û “Brûsk Argat Lice” ku di hinek nivîsên rêxistinî û nîşeyan de derbas dibin ên Abdullah Zoraslan in. Ev îdiaye jî spartin îfadeyên 9 şahidên eşkere û yekê nepen ku ji nava rêxistinê reviya bûn û xwe radestî hêzên ewlekariyê kiribûn. Lê belê di pêvajoya darizandinê de li ser daxwazeke di vê çarçoveyê de hemû şahidên eşkere gotin ku Zoraslan nas nakin.

Zoraslan, di parastina xwe ya li dadgehê de diyar kir ku hêj faîlên êrişa li dijî wî nehatine girtin, bi îdiaya delîlên di dosyayeke berê de dîsa hatiye tawanbarkirin û ji vê yekê mebest ew e ku binhişek bê avakirin. Zoraslan, destnîşan kir ku dozgerê ku îdianameya wî amade kirî di heman demê de îdianameya wî ya berê jî amade kiribû û sedema vê jî hêrs û ixtirîsa wî ye.

Zoraslan, da zanîn ku dema li benda tehliyeyê dozger dîsa xwestiye wî bide girtin û wiha got: “Di dema lêpirsînê de dozger ji min re got; ‘Ev 3 sal in li benda wê rojê bûm ku dema ji bo tehliyeya te 3 roj dimînin te dîsa bidim girtin.’”

Parêzerê Zoraslan jî di parastina xwe de got ku miwekîlê wî di demên berê de ji heman dosyayê hatiye darizandin, darizandina nû darizandineke dubarebûyî ye û derhiqûqî ye. Parêzer, fikraya 223/7 a CMK’ê ya “Heke ji ber heman kiriyarê derheqê bersûc de di demên berê de hukm hatibe dayîn, nabe ku dîsa ji heman kiriyarê bê darizandin bi bîr xist û xwest dadgeh dozê betal bike. Her wiha biryarên Dadgeha Bilind bi bîr xist.

Şandeya dadgehê di danişîna 14’ê kanûna 2023’yan de biryara xwe da û ji ber sûcê “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeta giran, ji ber sûcê “muxalefeta li dijî qanûna hejmar 6136” 17 sal û 6 meh, ji ber sûcê “bêyî ku destûrê bigire li cem xwe madeyên talûke ragirtiye” 5 sal û 15 meh cezayê hefsê û bi giştî 53 sal û 9 meh ceza lê birî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar