Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta qirker a tirk vê sibehê jî di ser gelek malan de girt

Di encama serdegirtinên dewleta tirk a qirker û dijminê kurd ya ser malan de, li Mêrdîn, Manîsa û Şirnexê de 15 kes hatin binaçvkirin.

Polîsên dewleta faşîzan a tirk di danê sibehê de li navçeya Artuklu û Kerboranê yên Mêrdînê, Manîsa û li navçeya Hezexa Şirnexê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin.

Di encama serdegirtinên malan ên li Taxa Saraçoglû ya Artukluyê de ji heman malê xwişk û birayên hev Ramazan, Agît û Heja Kalkan û xwişkên Hîvîdar û Berîvan Taş binçav kirin. Her wiha Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artukluyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwan, di çarçoveya lêpirsîna qaşo Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derheqê kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî dê derbasî Amedê bên kirin.

Merve Oguz û keseka/î navê wê nehat zanîn jî li navçeya Kerboranê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ev kes jî ji ber lêpirsîneke ji hêla Serdozgeriya Komarê ya saziya akp-mhp’ê a Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin.

Doh jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Mêrdînê 17 kes hatibûn binçavkirin û îfadeyên wan ên li cendirmeyên dagirker didome.

Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Hezex a Şirnexê de jî welatiyên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwanên binçavkirî birin xwedê giravî midûriyeta emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.

Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyên li seranserî bajar zêdetir bibin.

Endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk hatin destgîrkirin

Di danê sibehê de polîsan li Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Saruhanliyê de rêvebera Partiya Çepên Kesk a navçeyê Gulsum Tozan û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Ayşe Karagoz hatin binçavkirin. Li navçeya Yunusemreyê jî keça Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Manîsayê Hasret Çetîn a bi navê Kardelen Çetîn hate binçavkirin.

Binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya maşika destê akp-mhp-DAIŞ û HUDA PAR a Manîsayê de hatine kirin û welatî niha li qaşo Midûriyeta Emniyetê ya Manîsayê tên ragirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar