PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dewleta sondxwariyê qetla kurdan e li Çanakkaleyê kurdek qetil kir

Leşkerên dewleta tirk li gundê Cîvler ê Çanakkaleyê welatiyê kurd yê bi navê Suleyman Cabîr qetil kir û îşkence li ferden malbatê kirin. Her wiha nepenîtî danîn ser lêpirsînê.

Cendirmeyan, li gundê Cîvler ê Çanakkaleyê ji şêniyên gund Suleyman Cabîr qetil kirin. Li gorî îddiayê; malbata Cabîr ku ji Wanê koçî vir kiribû û malbata Ozenç ku xwecihên gund bûn şer kirin. Di encama şer de Enver Ozenç hate qetilkirin. Demek piştre leşkerên dewleta tirk a faşîst hatin cihê bûyerê û êrîşî malbata Cabîr kirin.

Nepenîtî danîn ser lêpirsînê

Hat diyarkirin ku leşkeran li cihê bûyerê bi çekan Suleyman Cabîr qetil kirin. Hat ragihandin ku leşkerên Cabîr qetil kirin, endamên malbatê jî îşkence kirin û birin Qereqola Anafartalarê. Li gel vê; hat zanîn ku ji bo lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin jî biryara nepeniyê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku leşkerê ku Cabîr qetilkirî hate binçavkirin. Lê belê fermandarê ku fermana kuştinê dayî nehatiye binçavkirin. Parêzer Zîlan Leventoglû da zanîn ku endamên malbatê ji hêla leşkeran ve hatine îşkencekirin û leşkeran nîşana xwe li Cabîr girtine û wisa qetil kirine. Leventoglû, wiha domand: “Leşkeran gelek caran gule li endamên malbatê barandine û nîşana xwe li bavê malbatê jî girtine û gule li singê wî xistine. Li gel êrîşa çekdarî, her wiha leşkeran pir bi dijwarî li endamên malbatê xistine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar