Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dewleta tirk 102 zarokên efrînî seqet kirin

Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, li Efrînê bi sedan zarok hatin qetilkirin û birîndarkirin. Ji zarokên birîndar bi qasî ku hatiye zelalkirin, 102 jê êdî seqet bûne. 102 zarokên efrînî ji ber êrîşa dewleta tirk û çeteyên wê dê di temamiya jiyana xwe de weke astengdar dê bimînin

Artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê di dema êrîşa dagirkirina Efrînê de, hem bi hewayî û hem jî bejahî ve gelek êrîşên hovane li dijî qadên sivîlan pêk anîn. Di encama van êrîşan de di nav de jin, zarok û kal jî, bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Beşa civakê ya herî zêde ji êrîşê bi bandor bûy jî bêguman zarok bûn. Tevî qetilkirina bi sedan zarokan, bi sedan zarok jî birîndar bûn, astengdar bûn û derûniya wan xera bû.

Di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de li Efrînê bi qasî ku hatiye zelalkirin, 102 zarokên Efrînê yên ku birîndar bûn êdî astengdarin. Ji van zarokan hinek jê ji serê xwe bi giranî birîndar bûne û vê jî bandorekî mezin li ser geh û mejiyê wan kiriye. Ji ber vê sedemê jî di hêla fîzîkî de êdî seqetin. Ji van zarokan gelek jê kor bûne, hinekan mil an jî lingên wan jê bûne û di laşê gelekan de jî parçeyên çekan hene.

Hejmara zarokên birîndar

Astengiyên derûnî ne di nav de, li gorî rapora Heyva Sor a Kurd hejmara zarokên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê astengdar bûn wiha ne: “21 zarok ji serê xwe û 19 zarokan jî ji ber ku lingên xwe winda kirine bûne astengdar. Her wiha zarokên din jî yan destên xwe winda kirine û yan jî kor bûne.”

Du mînakên dil bi êş

Ji van zarokan Elya Mistefa (12) û Ebdulqadir Cûma tenê du mînakin. Mistefa û Cûma ji ber teqîna bermahiyên bombeyan ên dewleta tirk, çavên wan kor bûne. Ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê, ev zarok dê di temamiya jiyana xwe de kor bin. Dema ku Efrîn hate rizgarkirin jî dê ev zarok nekarin careke din Efrînê bi çavên xwe bibînin.

Heyva Sor a Kurd zarokan derman dike

Tevî ku di qada navdewletî de alîkarî ji gelê Efrînê re nayê kirin jî, Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe astengdaran derman dike û hewl dide dermanên pêwîst ji wan re peyda bike.  Der barê mijarê de endamekî rêveberiya Heyfa Sor a Kurd got ku êdî ji çend dewletan tu hêviyeke wan nîne ku alîkariyê bişînin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar