Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk 2 milyon kes bê av û ceyran hişt 

Dewleta dagirker a tirk li ber çavê dinyayê Rojava bomberan dike. Ji ber bombebaranên dewleta dagirker a tirk li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon însan bê av, ceyran û xaz man. Xebatên bi dehan nexweşxane, binkeyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê jî hatin asta rawestînê.

Artêşa dewleta dagirker a tirk ev 3 roj in navend û saziyên xizmetguzariyê ku li gorî peymanên navneteweyî jî qedexene bêne hedefgirtin, bombebaran dike. Di êrîşên ku hîn jî didomin de, bi temamî binesazî û pergala xizmetguzariyê hedef tê girtin.

Balafirên dagirkeran heta niha bi dehan deverên herêma Cizîrê ku gelek saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê lê hene, nêzî 60 caran bombebaran kirine. Li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê santralên ceyranê û îstasyonên avê, bîrên neftê bûn hedefa dagirkeran. Di êrîşan de û heta niha 12 kes şehîd û 12 jî birîndar bûne.

Ziyana ku di encama bombebaran de derketiye holê hîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bi awayekî fermî nehatiye aşkerakirin, lê ziyaneke mezin a madî pêk hatiye, li gelek deverên bajaran, ceyran û av qut bû. Herî dawiyê bi êrîşên li ser santrala ceyranê ya Siwêdika ya li Dêrikê re pergala ceyran û avê têk çû, xizmetên mecbûrî yên weke tenduristiyê hatin asta rawestînê.

Av û ceryan qut bûn

Siwêdikê stantrala herî mezin a ceyran û xazê ye ku pêdiviya tevahiya herêma Cizîrê pêşwazî dike. Herêma Cizîrê jî herêma herî mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û nêzî 2 milyon însan dijin. Bi dehan nexweşxane û sedan saziyên xizmetguzariyê kar dimeşînin. Bi bombebarana Siwêdîka re, ceyrana 2 milyon însanan qut bû.

Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Şedadê 5 nexweşxaneyên navendî, 15 nexweşxaneyên taybet û 35 binkeyên tenduristiyê ku rojane bi sedan însan tên dermankirin hene. Bi bomberanê de ceyrana dihat van nexweşxaneyan û saziyên din ên xizmetguzariyê qut bû. Her çiqasî li van deran jenerator hebin jî, meşandina xizmetê gelekî zehmet bûye.

Li herêma Cizîrê tevahiya îstasyonên avê bi ceyranê kar dikin. Ceyrana piraniya wan jî, ji santrala Siwêdîkê tê. Lewma li gel bombebaranê û qutbûna ceyranê piraniya îstasyonên avê jî sekinîn. Di rewşa niha de nêzî 2 milyon kes û sedan saziyên xizmetguzariyê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne.

Siwêdikê di heman demê navenda xaza ku ji bo malan, aşxane û saziyan tê belavkirin e. li vê navendê rojane 13 hezar qenîneyên xazê tên derxistin û belavkirin. Lê piştî bombebaranê di warê xazê de jî wê zehmetiyek mezin bê kişandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar