Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk 64 hezar malbatên çeteyan li Efrînê bicih kirin

Dewleta tirk a dagirker di çarçoveya polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê de, li Efrînê 64 hezar malbatên çeteyên El Nusrayê bi cih kirin. Dewleta tirk ku bênavber li Efrînê kampan ava dike, bi vê pêkanîna xwe ya paqijiya etnîkî re sûcê şer dike

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê bi darê zorê welatiyên Efrînê ji xaka wan derdixin û li şûna wan jî malbatên çeteyan bi cih dikin. Artêşa tirk ku bi guherandina demografyaya herêmê re li Efrînê sûcê şer dike, polîtîkaya xwe bênavber didomîne.

Di vê sala dawî de di çarçoveya kampanyaya paqijiya etnîkî de bi dehezaran malbatên çeteyan û tirkmenên li deverên cuda yên Sûriyeyê li Efrînê hatin bicihkirin. Ev kes di serî de ji Idlibê û ji deverên din ên di bin dagirkeriya dewleta tirk de tên veguhestin û ji bo ku Efrînê bê kurd bihêlin, li Efrînê hatin bicihkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dewleta tirk piranî jê malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (El Nusra), 190 hezar kes ji Idlibê veguhest Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û Raiyê. Tê gotin ku piştî di navbeyna hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên dewleta tirk ên li Idlibê şer derket, malbatên çeteyên El Nusrayê ji bajêr tên derxistin. Tê gotin ku ji van malbatên çeteyan 60 hezar jê li Efrînê hatine bicihkirin. Malbatên çeteyan li Efrînê jî li navçeyên wê yên Cindirês, Şiyê, Bilbilê, Şêra û navenda Efrînê bixwe hatine bicihkirin.

Beriya niha jî piranî jê malbatên çeteyan, 4 hezar kes li Efrînê hatibûn bicihkirin. Bi van veguhestinên dawî re hejmara malbatên çeteyan ku li bajêr hatin bicihkirin bûne 64 hezar. Hêzên dagirker ên dewleta tirk, li gel malbatên çeteyan ku li herêmên kurdan bi cih kirine, bi hezaran jê jî birin wargeha Atme û gundê Dêrbelûtê yê Cindirêsê. Her wiha hate gotin li gundê Mele Xelîl ê Cindirêsêj jî kampên mezin tên avakirin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar