Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bi piştgirtiya hêzên navdewletî di 8’ê Kanûnê de rejîma Şamê rûxand. Dewleta Tirk a dagirker bi rûxandina rejîmê re bi navê çeteyên Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SNS) li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê kir. Dewleta Tirk a dagirker a ku li Kurdistan û Sûriyeyê tu pîvanên mirovahî û exlaqî nas nake li ber çavên cîhanê sûcên dijmirovahiyê dike. Ji van sûcên dijmirovî yek jê nedana cenazeyê şervana YPJ’ê Anna Campbell e. Anna Campbell di sala 2018’an de li Efrînê di dema bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehdî bû û 7 sal in cenazeyê şehîd radestî malbatê nayê kirin.
Bavê welatiya Brîtanî Anna Campbell ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê tevlî YPJ’ê bû Dîrk Campbell,diyar kir ku ji bo cenazeyê keça xwe bigirin serî li Walîtiya Hatayê û rêveberiya tirk a li Efrînê dane. Dîrk anî ziman ku piştî ji vir encamek bi dest nexistine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got: “Em neçar man biçin rêveberiya herêmî ya Tirkiyeyê ku Efrînê bi rê ve dibe, niha herêmeke dagirkeriya dewleta Tirk e û jê re dibêjin ‘Walîtiya Hatayê’. Me dosyayek pêşkêşî wan kir ku mafên mirovan hatine binpêkirin. Bersiv nedan. Paşê em çûn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Me di serlêdana xwe de got, ‘Me ji Walîtiya Hatayê tu bersiv negirtine. Dewleta Tirk mirina keça min qebûl nekir. Diviyabû bihiştana em cenazeyê keça xwe dexin. Ma ev ne binpêkirina mafên mirovan e?'”
Campbell anî ziman ku Walîtiya Hatayê piştî serlêdana xwe ya ji bo DMME’yê bi pêvajoyê re eleqedar bûye kir û got ku ji ber ku pêvajoya hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê bi dawî nebûye, DMME’yê di vê qonaxê de doz qebûl nekir. Campbell anî ziman ku pêvajo hêdî hêdî pêş dikeve û wiha got: “Xuya ye ku heya Walîtiya Hatayê biryarê bide wê 3 sal derbas bibin û bi îhtimaleke mezin wê dozê red bikin. Piştî vê wê dîsa biçe DMME’yê û wê dirêj bidome. Erê ev wê Anna neyne, lê tişta ku ez bikim ev e.”
Campbell diyar kir ku piştî keça xwe ji dest daye 2 caran çûye Rojavayê û li herêmê YPJ û kesên xwedî nêrînên cuda hebûne û wiha got: “Wek ku her kes xwedî destûr bû, li bendê nebûn ku wê çi bikin. Xwe berprisiyar hîs dikirin û xwedî armanc bûn. Ez i fikirîm ku yê pêşengiya rojeya Rojava dikin jin in. Ev di YPJ û YPG’ê de jî wisa ye. Mêr rêzê li jinan digirin. Lewma ev bi min pir balkêş hatin.”
Campbell da zanîn ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berevajî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê, ne di kontrola malbatekê de ye û hêza navendî nîn e û got: “Min di nava gelê Rojava de tu kes mexdûr û bitirs nedît. Hemû pir erênî xuya bûn, pir bi hêvî bûn. Tu nikarî rûmeta wan xera bikî, ji ber ku gava mala yekî diteqe û ger zanibe wê hefteyeke din cardin biteqe dîsa radibe ava dike. Ev taybetmendiyeke pir balkêş e.”
Campbell polîtîkaya Tirkiyeyê ya “êrîş, zext û asîmîlasyonê” ya li hemberî kurdan şiband a îngilîzan ku li skotlandî û galeriyan kiribû û wê wekî tiştekî “bêexlaqî” pênase kir.
Campbell îşaret bi wê yekê jî kir ku Tirkiye ji bo êrişên li Rojava PKK wekî hincet nîşan dide û got: “Ew bi kurmancî diaxivin. Rêberê wan Abdullah Ocalan e. Fikirên Ocalan pêk tînin. Bi rastî ne pêkan e ku di navbera wan û kurdên li Rojava de hilbijartin were kirin. Lê ew (Erdogan) vê yekê wekî gef dibîne, her çend Kurdên Sûriyeyê dibêjin, ‘Binêrin, em bi yekparetiya we ya neteweyî re eleqedar nabin, em bi dagirkirina we re eleqedar nabin, em dixwazin li vir herêma xwe ya xweser ava bikin, ji kerema xwe dest ji astengkirina vê berdin.’ Lê Erdogan guh li vê nake.”
Campbell diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkaya wê ya berfirehbûnê ye û got: “Em nizanin siberoja Erdogan çi ye. Yanî otokrat e. Mîna Pûtîn. Ew dixwaze împaratoriyekê ava bike. Dixwaze vegere sînorên Ermenistanê yên beriya Şerê Cîhanê û ber bi başûrê Sûriyeyê ve berfireh bibe û bi Sûriyeyê re bibe yek. Dixwaze ber bi rojhilat ve berfireh bibe da ku yekîtiya gelên bi Tirkî diaxivin (Azerbêcan) bibe yek.”
Campbell diyar kir ku Rojhilata Navîn cihê ew cih e ku netew û zimanên cuda bi hev re dijîn. Campbell di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi rastî jî fikirên Abdullah Ocalan di rewşeke nebûna netew-dewletan de çareseriya herî baş in.