Çeteyên ser bi rejîma Enqereyê ve, di sibeha 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de ji bejahî ve êrîş birin ser gelek gundên li bakur û rojavayê Minbicê.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû nuqteyan di cih de bersiv dan êrîşan û şer destpê kir.
Li gundê Mihsenliyê, ku li bakur û rojhilatê Minbicê ye, di êrîşa destpêkê de 4 zarok hatin qetilkirin. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketine.