Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk a çete li Efrînê zarokek qetil kir û 53 kes revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser qirkeriya dewleta tirk ku di meha gulanê de li herêma Efrînê û got: “Dewleta qontra zarokek qetil kir, herî kêm 53 kes revand ku 4 ji wan jin bûn.”

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê bi ajansa ANHA’yê re parve kirin, sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrîna dagirkirî berdewam in. Rêxistinê da zanîn ku li dijî şêniyan sûcên kuştin, îşkencekirin, revandin û guhertina demografî pêk tên, li dijî xwezaya wê jî sûcên darbirîn û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdwam in.

Rêxistinê aşkere kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê (polîsa leşkerî, ya sivîl, El Cebhe El Şamiyê û çeteyên Emşat) di meha gulana borî de bi bihaneyên vala û nerast revandin 53 kes revandin. Di nav de 4 jin hene. Li beramber serbestberdana wan bi hezaran dolar xwestin.

Dewleta tirk a qirker û çeteyên wê kesên revandî ber bi deverên nediyar ve dibin da ku wan bitirsînin û pereyan ji xwediyên wan bistînin. Eger wan pere nedan jî çete girtiyan li binerdên li deverên cûda yên kantona Efrîna dagirkirî dihêlin û li wir rojane îşkence li wan dikin.

Piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, di encama guleberdana bêserûber ji aliyê çeteyên dewleta tirk a qirker ve zarokek ji kampa Mehmûdiyê hat kuştin û 25 din jî birîndar bûn.

Dewleta tirk a qirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18’ê Adara 2018’an de, xwezaya wê têk dibin. Di meha gulana borî de dewleta tirk a qirker û çeteyên wê zêdetirî 900 darên zeytûnê û yên merxê li navenda bajêr û navçeyên Mabeta û Reco birîne; da ku wan bikin êzing û li sûkên Efrîn, Ezaz, Idlib û Cerablusê bifiroşin.

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de, dewleta tirk a qirker bi hevkariya rêxistinên qeterî, kuweytî û filistînî avahiyên mêtingeriyê li gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî ava dikin.

Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa nêzî 50 avahiyên mêtingeriyê yên nû hatin avakirin. Piştre jî wesayîtên kolandinê, 30 hiktar zeviyê herêma navborî bi erdê re doz kir.

Rêxistinê destnîşan kir ku Desteya Alîkariyê ya Cihanî “Insur” bi hevkariya komeleyên Filistînî avahiya mêtingeriyê ya “Emel 2” li çiyayê Lêlûn ê başûrê rojhilatê kantona Efrîna dagirkirî ava kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar