Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Dewleta tirk bi bombeya taktîk nukleer êrîş kir

Artêşa tirk a dagirker 28'ê Hezîranê bi bombeya taktîk nukleer êrîş bir ser çepera şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê. Di bombardûmanê de gerîla Ferît Yuksel (Şerzan Mawa) şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa tirk a dagirker ku her roj bi sedan carî ji bejahî û hewayî ve êrîşî tunel û çeperên şer ên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, nikare encamê bi dest bixe. Bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîşî çeperên şer ên gerîla kir, lê negihîşt armanca xwe. Dewleta tirk a dagirker careke din bi namerdane sûcê şer kir û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê bi bombeya taktîk nukleer êrîşî çepera me ya şer kir, di encamê de teqînên mezin çêbû û hevrêyê me Şerzan Mawa şehîd bû. Ev êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer hîn jî dewam dikin.”

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Li herêma Zapê;

Artêşa dagirker a ku nekarî li hemberî berxwedana gerîla encamê bi dest bixe, li ser tunel û çeperên şer ên hêzên me careke din bombeya taktîk nukleer bi kar anî. 28’ê Hezîranê li hemberî çepera me ya şer a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bombeya taktîk nukleer hate bikaranîn û di encamê de hevrêyê me Şerzan Mawa şehîd bû.

Nasnav: Şerzan Mawa
Nav paşnav: Ferît Yuksel
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Kadriye-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2023 / Zap

Êlih bi hewldanên bêhempa yê şehîdên me yên pêşeng Mazlûm Dogan û Egîd (Mahsûm Korkmaz) bû yek ji bajarên me yên destpêkê ku Tevgera Apoyî nas kir. Xelkê me yê Êlihê di şexsê van şehîdên me yên leheng Apoyî nas kir, bi rengekî girseyî ber bi têkoşîna me ya azadiyê herikî. Xelkê me yê Êlihê ne tenê tevlî bû, her wiha bû yek ji mînakên destpêkê ya modela rêveberiya demokratîk ku îro di rojeva gelê Kurd û tevahiya raya giştî ya demokratîk de ye. Xelkê me yê Êlihê ku di salên destpêkê yên têkoşîna me de azadî nas kir, heta vê demê li gel êrîşên dijmin û komkujiyan jî sekna xwe ya bi rûmet dewam dike, mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengekî hêja bi cih tîne.

Hevrêyê me Şerzan jî li navçeya Hezo ya bajarê me Êliyê yê welatparêz, li nava malbateke welatparêz, dilsozê nirxên çandî û neteweyî yên gelê me ji dayik bû. Malbata wî ji ber êrîşên dijmin neçar ma koçî Stenbolê bike, lewma neçar ma ku dûrî welatê me Kurdistanê mezin bibe. Lê belê ti carî ji rastiya xwe qut nebû, di dilê xwe de her tim welatê xwe parast. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengal û Rojava bi armanca qirkirinê êrîşî gelê me kir, bêteredût biryar da ku tevlî nava refên berxwedanê bibe û sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û ji qada Sêrtê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî perwerdehiya xwe ya yekem li qada gerîla Zapê dît, demeke kin li qada Zapê di nava pratîkê de ma. Hevrêyê me Şerzan ê ku xwedî tevlîbûneke bi coş û jêhatî ye, bi çiyayên Kurdistanê re ji nû ve xwe nas kiriye. Ji bo vê jî bi rengekî bênavber beşdarî jiyanê bû. Bi nêzîkatiya xwe ya dirust û ji pêşketinê re vekirî bawerî da hevrêyên xwe û li ser vê bingehê berê xwe da herêma Cîlo ya ku êrîşên dijmin lê zêde bûn. Hevrêyê me yê ku nêzî 2 salan li herêma Cîlo ma, li vir tevlî gelek çalakiyan bûye û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Hevrêyê me yê ku di qada Cîlo de xwe di warê leşkerî de bi pêş xist û bû milîtanekî jêhatî, di sala 2017’an de di çalakiyekê de bi giranî birîndar bûbû. Hevrêyê me yê ku demekê tedewiya xwe dît, dixwest di demek herî kurt de derbasî gel hevrêyên xwe yê ku bi wan ve girêdayî bû. Ji bo vê jî di demeke kin de bi hewldaneke mezin rehet bû. Di sala 2018 ‘an de li qada Zapê ku cih digirt di encama êrîşeke dijmin de careke din birîndar bû, lê ti tiştî nekarî pêşî li ruhê azadiyê yê hevrêyê me Şerzan bigire û bi vîn û biryardariyeke mezin karibû têkoşîna xwe bidomîne. Hevrêyê me Şerzan ku gerîlayekî evîndarê Zagrosan e, beriya niha li qadên cuda yên Zagrosê cih girtiye û bi pratîka xwe ya serkeftî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xistiye.

Hevrêyê me Şerzan li dijî êrîşên dijmin ên dagirkeriyê yên di sala 2021’an de li hemberî herêmên Avaşîn û Zapê cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, hem di tunelên şer de û hem jî li nava tîmên bi tevger ên gerîla de cih girt û bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî ya li Zagrosan hate pêşxistin. Tevî ku şehadeta gelek hevrêyên xwe yên bi wî re têkoşiya, di dilê hevrêyê me Şerzan de bû sedema êşeke nayê vegotin jî, bi hişmendiya ku dilsoziya wî ya bi şehîdan re mezinkirina têkoşîna wan bû û têkoşîna xwe bi her roja ku derbas dibe re hê bêhtir bi biryardarî mezin kir. Di sala 2022’yan de hevrêya me Şerzan ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li gelek qadan cih girt û derbên giran li dijmin xist, bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng ê ku di veguherandina Zapê a keleha berxwedanê de rol lîstiye.

Herî dawî hevrêyê me Şerzan ê ku di her kêliya têkoşîna dîrokî ya li Herêma Berxwedanê ya Sîda ku lê bû di refên herî pêş de cih girt, tevî êrîşên çekên kîmyewî û bombeyên taktîk ên nukleerî yên dijwar ji berxwedana xwe gavekê jî paş ve neavêt û hêza gerîlayên azadiyê yên bi îradeya Apoyî mezin bûye careke din nîşanî dijmin da. Di 28’ê Hezîrana 2023’yan de hevrêyê me Şerzan ku bi fedaî bersiva êrîşa dijmin a bi bombeyên nukleerî yên taktîkî da, gihişt şehadetê û di asta herî bilind de rola xwe ya pêşengtiyê bi dawî kir.

Di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîranê de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker di 22’ê Hezîranê de ber bi Qadên Berxwedanê yên Karker, Saca, Kokerê û Şikefta Birîndara operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh pêk anî. Di 29’ê Hezîranê de dagirkeran agir berdan zeviyên li Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara û xwe vekişandin ser girên li herêmê. Şewata li herêmê hîn jî dewam dike. Qadên berxwedanê yên li rojhilatê Zapê bi balafirên şer têne bombekirin. Di heman demê de Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê dagirkeran ve bi teqemeniyan tê bombekirin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

1’ê Tîrmehê saet di 07:00 û 09:00 de bi çekên giran li kozikên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê hate xistin.

3’ê Tîrmehê saet di 12:00 de bi çekên giran li kozikên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

1’ê Tîrmehê saet di 19:10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîş berdewam dikin

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

1 û 2’ê Tîrmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 10 caran, Gundê Bêşîlî û Gundê Yekmalê yên Metînayê 6 caran, Qadên Xêrê û Neqeba Meyrokê yên Garê 2 caran bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1, 2 û 3’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, Qadên Berxwedanê yên Golka û Girê Hakkarî yên Metînayê, Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Kamûran, Ava Lolanê, Girê Şehîd Heqî yên Xakurkê 241 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

1’ê Tîrmehê saet di 23:30’î de drone li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker di 1, 2 û 3’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê hewl da bi kepçeyan tunel û çeperên me xera bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar