Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê destdirêjiya li dijî goristanên şehîdan a li kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dike û cihên nû yên veşartina cenazeyan piştî vekirina goristanê aşkera nake.
Dagirkeriya tirk di 14’ê Tîrmehê de goristaneke şehîdan li navenda bajarê Efrînê vekir.
Di çend rojên dawîn de, çavkaniyan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê re ragihand ku dagirkeriya tirk cenazeyên şehîdan veguhestine goristanên sivîlan ên dûrî navenda bajêr da ku cihên cenazeyên wan ji holê rake. ŞEHBA