Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta dagirker de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin; “Di 4’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî, Çemê Lolanê ya Xakurkê, Qada Girê Şehîd Heqî, çepereyên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê, bi hawan, obus, tank û çekên giran 83 caran hatine bombekirin.”