Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewleta tirk a dagirker Efrîna bi daristan kiriye çolistan

Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrînê malbatên ereb, tirkmen û filistînî anîn şûna kurdan bi cih kirin û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê revandin, komkujî û talankirina xwezayê dewam dike. Efrîna bi daristan niha kirine çolistan.”

Dewleta tirk û çeteyên wê li ber çavê cihanê di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşên 2 mehan de dewleta tirk di 18’ê adara 2018’an de Efrîn dagir kir. Kurdên li Efrînê piştî dagirkeriyê ji ber zext, tundî, revandin û kuştinê neçarî koçberiyê bûn. Li şûna kurdên ku neçarî koçberiyê bûn ereb û tirkmenên ji derve hatibûn bicihkirin. Li Efrîna ku beriya dagirkeriyê piraniya wê kurd bûn û weke bajarê kurdan dihat naskirin, di serdema dagirkeriya 6 salan de gelê ereb ji gelê kurd zêdetir bû. Li Efrîna ku her meh bi binpêkirinên mafan û komkujiyan tê rojevê, di meha Sibatê de jî gelek revandin, komkujî û binpêkirina mafan pêk hatin. Hevberdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de li Efrînê pêk hatin axivî

Şêxo diyar kir ku di meha sibatê de jî gelek binpêkirinên mafan li Efrînê pêk hatinê û ev tişt gotin: “Welatiyên li Efrînê dijîn di meha Sibatê de jî rastî revandin û kuştinê hatin. Di êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şêrewa û êrîşên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 1 jê zarok 6 jê jin bi giştî 27 welatî hatin revandin. 600 darên fêkî û 200 darên zeytûnan hatin birîn. Ji 27 welatiyên ku hatibûn revandin hinek jî ji wan bi fîdyeya dolar û zeran hatin berdan û yên nehatin berdan jî em nizanin li ku ne û di çi rewşe de ne. Lê em dizanin ku hinek ji wan ji bo fidyeyê hatine hiştin.”

Efrîna bi daristan niha kirine çolistan

Di berdewamiya axaftina xwe de Şêxo got ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeya Şêrewa de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Çend roj berê welatiyek di nav zeviya xwe de di encama êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da. Roja pêncşemê li gundê Soganakê jineke 19 salî birîndar bû. Her wiha malên welatiyên li gund dijîn jî ji ber êrîşên dronê zerar dîtin. Tirkiye xwezaya Efrînê talan dike. Efrîna bi daristan niha kirine çolistan. Bi hezaran dar hatin birîn û daristan hatin tunekirin. Zêdeyî 500 hezar darên zeytûnan hatin birîn. Gelek qadên daristanî ji ber şewatê hatin hilweşandin. Talankirina xwezayê hê jî didome.”

Malbatên ereb, tirkmen û filistînî anîn şûna kurdan bi cih kirin

Şêxo da zanîn ku piştî 6 salan hejmara kurdan li Efrînê daketiyê 150 hezarî û got ku Efrîna sedî 90’ê wê kurd bû niha hejmara ereban ji ya kurdan zêdetir e. Şêxo destnîşan kir ku planên Tirkiyeyê yên ji bo guhertina demografiya Efrînê berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî dagirkirina Efrînê bi hezaran kurd neçar man koç bikin. Malbatên ereb, tirkmen û filistînî anîn şûna kurdan bi cih kirin. Li şûna kurdên ku neçar man malên xwe biterikînin, ereb û tirkmen ji bajarên din anîn û li wan xaniyan bi cih kirin. Her wiha zêdetirî 7 hezar cihên kar ên li navenda Efrînê ku yên kurdên koçber kirinê bûn niha di destê ereb û tirkmenan de ne.”

Navçeya Cidirêsê bi temamî hatiye wêrankirin

Şêxo anî ziman ku navçeya Cindirêse ku ji erdhejên 6’ê sibatê yên navenda wan Mereş bû bandor bû gelek welatî ji ber bê xanî man koçber kirinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 250 xanî bi temamî wêran bûn, bi hezaran xanî jî xesara giran girtinê. Bi sedan welatî bê mal man. Malzemeyên alîkariyê yên komeleyên ku ji gelê Cindirêse re şandin jî ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin. Alîkariyên hatin desteserkirin ne li gelê Cindirêsê, li ereban hatin belavkirin. Welatiyên ku bêmal mane ji ber ku tu alîkarî nedan wan neçar man koç bikin. Cindirêse weran bû. Li Cindirêse tu kes nemaye. Beriya erdhejê gelek welatî ji ber zextên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê koçber bûn lê piştî erdhejê kes nema. Hesin û xirbeyên ku di nava xirbeyên xaniyên hatine hilweşandin de ji aliyê çeteyan ve hatin desteserkirin. Xwediyên xaniyan jî destûr nedan ku nêzî malên xwe yên wêranbûyî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar