Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dewleta tirk a dagirker êrîşî gundên suryan dike

Siyasetmedarên Suryan anîn ziman ku dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê êrîşî gundên suryaniyan dike û gotin ku ji ber herêm şewitandine gundiyên kildaniyên suryan ên aşûrî ji neçarî cih û warên xwe terk kirine.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber didomîne. Dewleta Tirk a dagirker her tiştê herêmê wêran dike û bi darê zorê niştecihên herêmê koçber dike. Yek ji wan gelên ku ji êrîşan bi bandor bûne, gelê suryan e. Cîgira Seroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkirdeya Partiya Yekîtiya Suryan Êlîzabes Koriya, Serokê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Bes Nehrîn Yûsif Metî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de nerînên xwe naîn ziman.

Cîgira Seroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkirdeya Partiya Yekîtiya Suryan Êlîzabes Koriya diyar kir ku dewleta tirk a dagirker êrîşî gundên suryaniyan ên li başûrê Kurdistanê dike. Êlîzabes Koriya anî ziman ku operasyonên şewitandin û koçberkirinê li ser gundên kildaniyên suryanî yên Aşûrî dimeşîne û wiha axivî: “Armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker herêmê vala bike.”

Serokê Partiya Yekîtiya Niştimaniya Bês Nehrîn Yûsif Yaqûb Metî jî anî ziman ku gundên Suryan di bin êrîşên dewleta tirk de ne û got, “Erdnîgariya herêma Suryanî ya ku di bin êrîşên dagirkeriya tirk de ye bi firehî nêzî 200 kîlometre û bi kûrahiya nêzî 50 kîlometre dirêj dibe. Kûrahiya wê nêzîkî 50 kîlometre ye û dikeve bakurê Dihokê û bakurê rojavayê Hewlêrê. Niştecihên vê herêmê, ji aliyê dîrokî ve heta niha ji gelê keldanî suryanî asûrî pêk tê.”

Yaqûb Metî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Çavnebariya Serokkomarê tirk Erdogan ji bo axa Iraqê aaşkere bû. Ji sala 2018’an ve artêşa tirk êrîşî bakurê Iraqê dike. 20 gundên suryaniyan ên weke Şeranş, Deştax, Cedîdê û Çelîkiyê rastî hovîtiya artêşa tirk a dagirker tên. Ev karesateke dermirovî ye û heta niha tê dubarekirin. Şêniyên vê herêmê bi dehan caran pêkanînên dermirovî yên weke ewlehî, aborî, perwerde, jîngeh, dîrok, şaristanî, pêkhateyên civakî û olî tên.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar