Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Dewleta tirk a dagirker ji bo zindîkirina DAIŞ’ê êrîş dike

Melek El Hisen diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan hewl dide projeyên Rêveberiya Xweser tpk bibe û wiha got: “Armanca wan dagirkirina xaka Rojava ye. Daxwaze terora DAIŞ’ê dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bike.”

Dewleta tirk a dagirker li ber çavên cîhanê êrîşî ser gelê kurd dike û komkujiyan pêk tîne. Dewleta a dagirker ji 23’yê cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê zêdetir kirine. Di êrîşên dewleta tirk a dagirker de nêzî 30 şehîd û nêzî 100 kes birîndar bûn.

Têkildarî êrîşan hevseroka Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên axivî. Melek El Hisên diyar kir ku ji 23’yê mehê ve dewleta tirk a dagirker êrîş dike û binesaziya herêmê dike hedef û wiha axivî: “Armanca dewleta tirk ji van êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e, ewlehiya li herêmê ye û dagirkirina xaka Rojava ye.”

Melek diyar kir ku kantona Efrîn û Şehbayê di dorpêçeke giran de ye û dewleta tirk jî êrişî malên sivîlan dike. Melekê axaftina xwe wiha domand: “Rêxistinên heyî, Rûs û hemû rexistinên naveneteweyî di bêdengiya xwe de dimînin. Sûcên şer ên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dive hesab jê bê xwestin. Eger pêşî li van êrîşan neyê girtin, metirsiya zîndinkirina DAIŞ’ê heye. Em ê li hemberî dagirkeriyê berxwedana xwe xurttir bikin da ku em bikarin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar