Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk a dagirker jina ducanî bi îşkenceyê qetil kir

Hat ragihandin ku dewleta tirk a dagirker jineke ducanî ya ku kiribû girtîgeha Efrînê bi îşkenceyê qetil kiriye

MÎT’a tirk li girtîgeheke li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ducanî qetil kir. Jina hatî qetilkirin beriya demekê tevî hevjînê xwe ji pêşiya Nexweşxaneya Qenber a li navenda Efrînê hatibû revandin.

Çavkaniyekî ragihand ku Îstixbarata Tirk (MÎT) jineke ducanî li girtîgeha dibistana Emîr Xubarî ya taybet bi MÎT’ê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi îşkenceyê qetil kir.

Li gorî çavkanî, navê jina hatî qetilkirin Nemet Behcet Şêxo ye (32), navê hevjînê wê jî Xelîl Nesan e (36) û ji şêniyên gundê Qûpê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ne.

Çavkanî destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker îşkence li Nemet Şêxo û hevjînê wê kiriye û her wiha 6 saetan li ser hev lêpirsîna wan hatiye kirin.

Çavkanî teqez kir ku MÎT’ê gef li malbata Nemet xwariye ku ger sedemên kuştina keça xwe di girtîgehê de aşkera bikin dê wan jî birevînin û her wiha ji wan xwestiye ku bêjin keça wan di meha 6’an de ducanî bû û ji ber pirsgirêkên tendursitiyê jiyana xwe ji dest daye.

Çi bi serê hevjînê Nemet jî hatiye, heta niha ne diyar e. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar