Dewleta Tirk a dagirker di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 welatiyên Kurd li gundê Roboskê ya navçeya Qileban a Şirnexê bi awayekî hovane qetil kir. Wê demê şefê faşîst Erdogan bi gotina “min ferman da.” berpiryariya xwe ya komkujiyê eşkere kiribû. Di ser vê komkujiyê re 13 sal derbas bûn. Lê di van 13 salan de kujerên komkujiyê nehatin cezakirin û lêpirsînên ku di derbarê komkujiyê de hatibûn destpêkirin jî tu encam negirtin. Welatiyên Roboskî ku di komkujiyê de zarok û xizmên xwe winda kirin 13 sal in li benda edaletê ne ku kujer bên cezakirin.
Suleyman Encu ê ku kurê wî Cemal Encu di komkujiyê de hat qetilkirin diyar kir ku beriya kurê wî were qetilkirin wî cerdevanî dikir û anî ziman ku piştî komkujiyê wî dev ji cerdevaniyê berda. Suleyman Encu wiha qala roja komkujiyê kir: “Piştî barê xwe bar kirinê û vêgeriyanê li ser sînor karakolê pêşî li wan girtiyê û nehiştinê derbas bibin. Li sînor kom bûnê. Piştrê me dît ku balafir bi wî alî ve diçin. Me nedizanî wê wisa bibe. Me got balafîr biçin jî tişt nabe. Lê hinek ji ser re derbas bû me dît dengê boberanê tê. Saed di 9ê şevê bû. Tarî bû. Berf û baran bû. Sar bû. Me heta xwe gihand cihê bûyerê hemû parçe bibûn. Me ji bataniyan pêçan û bi traktoran anîn gund. Kes ji alikariya me nehat. Dewletê hem qetlîama xwe kir û hem jî ji bo alîkariya cenaze wesayitek neşand. Ew 13 sal jî derbas bûn lê kesên ku ew komkujî kirin jî nehatin cezakirin.”
Encu bal kişand ser gotinên ku arteşa Tirkiyeyê sivîlan nakujê û wiha bertek nişan da: “Li Roboskiyê leşkeran ev komkujî nekiribe kê kiriye? Dewletê ew komkujî kir. Ev ne balafîrên Amerîka û Rusyayê bûn. Balafirên Tirkiyeyê bûn. Em jî heta dawiyê dev ji doza xwe ya edaletê bernadin. Ne tenê ji bo xwe tenê ji bo hemû komkujiyên ku li ser vê erde tên kirin bila edalet pêk were. Wê demê em bi zorê kirin cerdevan. Em jî bi neçarî bûn cerdevan. Em bi dilxweşî nebûn cerdevan. Piştî komkujiyê min got çi dikin bila bikin ez ê çeka wan ranekim û min çeka wan berda. Min dest ji cerdevaniyê berda. Tenê daxwaza me ew e ku edalet pêk were û dawî li van komkujiyan bê.”
Piştî qetilkirina kurê xwe di komkujiya Roboskî de dev ji cerdevaniyê berda