Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dewleta tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla têk çûye

Şêniyên Kantona Firatê yên di konê çalakiyê de, diyar kirin ku gerîla derbên giran li dewleta tirk a dagirker dixe û wiha got: “Lê li hemberî wê berxwedana ku gerîlayên azadiyê dike dewleta tirk şikestiye û têk çûye. Lê têkçûn û şikestina xwe nikare qebûl bike."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê ragirtin û nêzî 3 sal in agahî nayê girtin. Ji bo agahî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were girtin, li seranserî cîhanê gelek çalakî pêk hatin. Di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriyê siyasî’ hate destpêkirin. Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî jî tevlî pêngava azadiyê bûn û dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li seranserê herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî gel bi çalakiyên cur be cur berxwedaniya girtîgehan silav kirin. Ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ve konê çalakiyê ya du rojan hate destpêkirin. Bi sedan kes ji qada azadî berê xwe dan konê çalakiyê. Kon li qada Şehîd Egîd hatibû danîn. Bi hezaran şêniyan berê xwe dan konê çalakiyê. Şêniyên ku di konê çalakiyê de amade bûn nerînên xwe parve kirin û diyar kirin ku ew ê heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe, çalakiya xwe bidomînin.

‘Heta azadiyê em ê li ser piyan bin’

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Bekir Ceradê axivî û diyar kir ku ji destpêka şoreşa gelan û şoreşa Rojava, dewleta tirk dixwaze Rêveberiya Xweser tune bike. Ceradê wiha got: “Dibistan û binesazî hatin hedefgirtin. Gelek sivîl jî şehîd bûn. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku koçberiyê û tirsê têxe nava dilê gel. Lê gel li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, em ê her tim li ser piyan bin. Wê tu carî ev êrîş serkeftin û berxwedaniya gelê me têk nebe. Rêya me serkeftin û berxwedanê ye. Ji derveyî wê tu rêyekî tune ye. Em berxwedaa zindanan û gerîla silav dikin.”

‘Em teslîmkariyê qebûl nakin’

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî diyar kir ku wê sala 2024’an bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha domand: “Divê gelê tevahî Rojhilata Navîn rabe û azadiya fîzîk ya Rêber Apo tavilê misoger bibe. Weke gel em ê heta dawiyê li pey şopa gerîla û Rêberê xwe bimeşin. Em teslîmkariyê qebûl nakin. Me bi hezaran şehîd dane û em ê xwedî li wê riyê derkevin.”

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rodîn Mihemed axivî û ragihand ku dewleta tirk li hemberî gerîla têk çûye û têkçûna xwe nikare qebûl bike û got: “Bi israr û berxwedanî gerîlayên me li ber xwe didin. Lê li hemberî wê berxwedana ku gerîlayên azadiyê dike dewleta tirk şikestiye û têk çûye. Lê têkçûn û şikestina xwe nikare qebûl bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar