KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk a dagirker li ser sûc hat zevtkirin

Gerîlayên azadiyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa tirk a dagirker destser kirin. DI nava teqemeniyan de li ser wan “TERMOBARÎK (TBX)” hatine nivîsandin hene.

Gerîlayeke YJA Starê diyar kir ku wan teqemeniyên ku li dijî tunelên berxwedanê hatine bikaranîn, desteser kirine û qala bandora van teqemeniyan kir. Gerîlaya YJA Starê anî ziman ku têkildarî têkeliya teqemeniyê wê tiştekî zelal nebêjin û got ku bandora wê û bêhna wê pir giran e.

Ji xeynî teqemeniyên cuda, teqemeniyên ku li ser “TERMOBARÎK (TBX)” jî hatine nivîsîn, hatine desteserkirin.

Dîmenên ku têkildarî teqemeniyan hatine kişandin jî, îşaret bi sûcên şer dike. Dîmenên ku ji alî û qadên cuda hatine kişandin, kêliya teqînê û şopên wê yên piştre nîşan dide. Di dîmenekî de diyar dibe ku piştî teqînê, bi rengekî zêde dûmanên spî belavî derdor dibin.

Ji aliyekî din ve li lûtkeya çiyayekî ev dûman li esman kom dibin.

Di wêneyên gihiştine ANF’ê de jî, bombeyên bi nivîsa “TERMOBARÎK” (TBX) bi aşkera dixuyê. Dîmen nîşan didin ku teqemeniyên termobarîk û kîmyewî, hatine karanîn. Bandor û bermahiyên teqemeniyê piştrast dikin ku pêlên basincê dibin sedemê germahiyeke zêde û hilweşîneke cidî.

Teqemeniyên Termobarîk (TBX): Di gelek wêneyan de etîketên bi nivîsa “Termobarîk (TBX)” diyar dibe. Teqemeniyên Termobarîk dibe sedemê teqîneke mezin û piştre pêla basincê û germahiyeke zêde çêdike. Teqemeniyên bi vî rengî, piranî li qadên girtî xwedî bandoreke hilweşîner e.

Parçe û Bermahiyên Teqemeniyan: Di gelek wêneyan de parçeyên teqemeniyekê û toza spî ya li derdora wê, dixuyê.

Blasting Cap (Serikê Teqemeniyê): Di hin wêneyan de teqemeniyeke bi nivîsa “DANGEROÛS BLASTING CAP” û mekanîzmaya gulereşandinê, tê dîtin. Serikên teqemeniyê yên bi vî rengî, ji bo amadekirina barê teqemeniya sereke, tê bikaranîn.

Bermahiyên Teqemeniyê yên ku kîmyewî di nav de: Di dîmen û wêneyan de, tozeke bi rengê grî yan jî madeya kîmyewî tê dîtin. Bermahiyên bi vî rengî, nîşan didin ku teqemeniyên kîmyewî tên karanîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar