Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Dewleta tirk a dagirker li Zapê bombeyên termobarîk bi kar anî

Dewleta tirk a dagir a ku ji gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe, çekên qedexekirî bi kar tîne. Hat diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker li Zapê çekên qedexekiriî bombeyên termobarîk bi kar anîn.

Dewleta tirk a dagirker, bi hevkariya PDK-Iraqê ji bo dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê bê navber êrîş dike. Dewleta tirk di êrîşan de tu sînoran nasnake û li ber çavê cihanê bênavber bombe û çekên qedexekirî bi kar tîne. Dewleta tirk divê çarçoveyê de duh li Girê Bihar yê Zapê, bombeyên qedexekirî yên termobarîk bi kar anî.

Li gorî dîmenên ku Rojnewsê weşand, tê dîtin dewleta tirk bi balafiran bombeyên qedexekirî yên termobarîk bi kar tîne.

Tevî êrîş, dagirkerî û bikaranîna çekên qedexekirî, di serî de Iraq, welatên cîhanê bêdengin.

Li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye

Çekên termobarîk hem ji ber germaya xwe ya zêde û hem jî ji ber bandoreke rûxîner li ser mirovên ku li ser tê bikaranîn û jê bandor dibe, li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye. Pispor diyar dikin ku bi taybet cara yekem çeka termobarîk sala 1949’an hat îmzekirin û 1977’an 2 protokolên pêvek lê hatin zêdekirin, dikeve çarçoveya Konvansiyona Cenevre ku bingehê hiqûqa mirovan ava dike.

Li jêr sernava ‘Pîvanên Bingehîn’ ên Hejmara 1 a Protokola lê Hate Zêdekirin a Madeya 35’an ev tişt tê gotin:

– Di çi şerekî bi çek de, mafê hilbijartinê yê amûrên şer û rêbazên şer ên aliyan bê sînor nîne.

-Çek, gule, amûr û rêbazên şer ên ji heda xwe zêdetir rê li ber birîndarî û dîsa êş vedikin, qedexe ne.

-Bikaranîna amûr û rêbazên şer ên ziyanê didin xweza, bandorê demeke dirêj li qadê, ziyanên demdirêj û cidî vedike, qedexe ne.”

Li gel vê protokola sala 1977’an hate îmzekirin, sala 1980’ê bi pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî ‘Peymana Têkildarî Qedexe Yan Jî Sînordarkirina Bikaranîna Çekên Ku Bê Ku Ferqê Bixe Nav Û Bandora Wê Zêde, Rê Li Ber Ziyanên Mezin Ên Rûxîner Vedike’ hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê bikaranîna çekên termobarîk qedexe ye. Dewleta Tirk a peymana protokola pêvek a Peymana Cenevre ya sala 1977’an îmze kirî, sala 2005’an ji aliyê Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye îzmekirin û bûye aliyê peymanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar