Dewleta tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirinê êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Rayaderên PDK’ê ji bo dewleta tirk dagirkeriya xwe mayinde bike nêzî 50 gund bi darê zorê da valakirin û dagirkeran li wan gundan bi cih kir.
Ji aliyê din ve hêzên dewleta tirk a dagirker ku li herêmeke berfireh a Başûr dar birîn û ji bo firotinê birin Tirkiyeyê, aşkera bû ku malên xelkê herêmê jî talan kirine, alavên wan dizîne.
Li gorî nûçeya RojNewsê, dîmenekî ku li medyaya dîjîtal hate weşandin, talan û diziya li gundê Ruis ê li bajarokê Batûfa yê Zaxoyê nîşan dide.
Gundiyekî ku li mala xwe vedigere, dibîne ku camên xanî hatine şikestin, alavên li hundirê malê hatine dizîn.
Ev sûcê şer û talankarî bi taybetî li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran hate tesptîkirin. ZAXO