Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dewleta tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê qir dike

Însiyatîfa Jinên başûrê Kurdistanê daxuyand ku li Kurdistanê tu karesatek xwezayî nîne, karesata dewleta tirk heye û wiha got: “Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê dest bi şewitandina daristanên Kurdistanê kiriye. Dewleta tirk bi ti awayî alîkariyê nade gelê kurd, berovajiyê vê ji bo qirkirina xwezaya Kurdistanê hîn zêdetir ketiye nava liv û tevgerê û bi temamî bûye dijminê xwezaya Kurdistanê.”

Însiyatîfa Jinên başûrê Kurdistanê derbarê bûyerên şewatê yên li Kurdistanê rû didin de daxuyaniyek parve kir. Însiyatîfê destpêkê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re xwest û wiha hat gotin; “Dewleta tirk a qirker ne tenê dest bi qirkirina çandî û ziman kiriye, bi vê re dest bi qirkirina xwezaya Kurdistanê kiriye. Li Kurdistanê ti karesatek xwezayî nîne, karesata dewleta tirk a qirker heye. Ev qirkirin bi dar birîn û bikaranîna çekên kîmyawî wisan dike ku xaka Kurdistanê bêberhem bihêle. Bi bombebarankirina çiyayên Kurdistan û gundan, xwezaya herêmê dişewitîne û niha jî xwezaya ciwan ya Kurdistanê dişewitîne, ev siyasetek ya dewleta tirk e.

Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê dest bi şewitandina daristanên Kurdistanê kiriye, ev siyaseta qirker bû sedema mirina 14 kes û gelek birîndaran. Divê helwesta gelê kurd ya dijî vê talanê berdewam bike û bilindtir bibe. Em ji gelê kurd re dibêjin, dewleta tirk bi ti awayî alîkariyê nade gelê kurd, berovajiyê vê ji bo qirkirina xwezaya Kurdistanê hîn zêdetir ketiye nava liv û tevgerê û bi temamî bûye dijminê xwezaya Kurdistanê. Ji bo vê jî pêwîste gelê me li dijî dewleta qirker xwe bi rêxistin bike û hesab ji desthilatê bixwaze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar