Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk a faşîst ciwanekî kurd qetil kir

Girtiyê bi navê Rêber Soydan (20) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da.

Dewleta tirk a faşîst girtîgeh kiriye cihên êşkencexane û qetilkirinê. Li girtîgehên dewleta tirk bi hezaran girtiyên nexweş mehkûmî mirinê tên kirin. Kiryarên dermirovî di salên dawî de bû sedem ku bi dehan girtî jiyana xwe ji dest bidin.

Girtiyê bi navê Rêber Soydan (20) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin. Rayedarên girtîgehê serê sibehê li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û îdia kirin ku kurê wî di hucreyê de xwe daliqandiye û xwe kuştiye.

Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Hat zanîn ku Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin. Hat diyarkirin ku Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin.  Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran û bi îdiaya çalakiyên girêdayî vê îdiayê bi giştî 53 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar