Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dewleta tirk a nû siyaseta Atatûrk û Îsmet Înonû ji bo qirkirin û qetilkirina netewa kurd bikartîne’

Çavdêrên Siyasî, bal kişandin ser dagirkerî û qirkeriya dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser kurd û Kurdistanê dimeşîne û wiha gotin: “Erdogan, li hemberî kurdan siyaseta înkarkirin û qirkirina ku Atatûrk û Îsmet Înonû ji bo netewa kurd bikardianî, bikartîne.”

Êrîşên dagirkeriyê dewleta tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê, bi rêya hewayî û bejahî yên li ser başûrê Kurdistanê bê navber rojane berdewamin. PDK bi hevkarî û çavsaxiya xwe ya bi artêşa tirk a dagirker re, sucên li dijî azadîxwazên kurd rewa dike. Ji Zapê heta Pêncewîn êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gor daneyan, tenê ji serê salê ve nêzî 500 êrîşên bi balafirên şer û bê mirov li ser deverên cûda yên başûrê Kurdistanê pêkhatine. Tenê di nava du mehên borî de pênc sivîl di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Di derbarê mijarê de çalakvanên siyasî yên li başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Çalakvanê Siyasî Newzad Şiwanî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser siyaseta dewleta tirk a dagirker li beramberî gelê kurd bikartîne û wiha axivî: “Dewleta tirk a nû li hemberî kurdan yek ji siyaseta sereke ya înkarkirina neteweyek din, siyaseta Atatûrk û Îsmet Înonû ji bo qirkirin û qetilkirina netewa kurd bikartîne. Di heman demê de dagirkeriya dewleta tirk a dagirker ne veşartî ye, heman siyaseta şovenîst a berê ya ku Ataturk beriya 70-80 salan dimeşand, dubare dike. Yek ji projeyên Erdogan ew e ku herêmên ku di serdema berê de dibin desthilata Osmaniyan de bû, carek din bixe bin desthilata dewleta tirk de. Êrîşên ku niha dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê pêktîne, ji jenosîd û enfalên ku Sedam Hisên li beramberî neteweya kurd pêkaniye, ne cudatir e.”

Newzad Şiwanî herî dawî diyar kir ku hinek tevgerên kurd (PDK û  dûvikên wê) hene ku 70-80 salin rêgirî li mafên kurd dikin û bûne beşek ji rojeva ku dagirkeran ji bo parastina hêz û armancên xwe li dijî neteweya kurd dimeşînin.

Çalakvanê Siyasî Herêm Mehmud jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Mijara enfalkirina netewa kurd, yek ji mijarên herî trajîk ên dîrokê ye. Niha dewleta tirk bi şêwazên cuda cuda jenosîdan berdewam dike, başûrê Kurdistanê dagir dike, hebûna neteweya kurd nas nake û zimanê wî red dike. Dewleta tirk bi berdewam hewla qirkirina gelê kurd dide û êrîşên li ser başûrê Kurdistanê jî berdewamin ku tê de çalakvan û azadîxwazên ku ji bo li her derê cihanê agahdar bin ku azadîxwaz ji bo mijara netewa kurd têdikoşin, têne qetilkirin. Ji bo dengê gelê kurd negihije cihanê, bi dehan caran hatine hedefkirin û qetilkirin.”

Herêm Mehmdu di dewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Gelê kurd dev ji xebat û têkoşîna xwe bernedaye. Bi mekanîzma û rêbazên cuda li herêman şoreşê dikin. li herêman bi mekanîzma û rêbazên cuda serhildanê dimeşîne. Şoreşa azadiyê ji bo berdewamkirina şoreşên berê di lûtkeya xwe de ye. Di heman demê de ji bo xurtkirina qelsiyan û parastina çand û reseniya neteweya kurd dixebite.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar