Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Dewleta tirk a qirker bi awayekî fermî qebûl kir ku wan Ataman şewitandin ê’

Hediye Ataman di sala 2016'an de li navçeya Erdîşa Wanê ji aliyê polîsan ve di malekê de bi şewitandinê hate qetilkirin.  Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana hevjînê Hediye, Ahmet Ataman nirxand û cezayê tazmînatê da dewletê. Bi vê biryarê re bi awayekî fermî derket dewletê qebûl kir ku wan Hediye Ataman bi şewitandinê qetilkirî ye."

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 18’ê mijdara 2016’an de polîsên tirk avêtin ser mala malbata Ataman û di serdegirtinê de xanî şewitantibûn. Di bûyerê de Hediye Ataman bi saxî hate  şewitandin û qetilkirin û hevserê wê Ahmet Ataman jî ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyê hat û hate destgîrkirin.

Li Ahmet Ataman ê di 9’ê nîsana 2018’an de 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Îtîraza parêzerên Ataman Mahmut Kaçan û Esra Akgun ên ku li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê ya Erziromê dabûn, ji aliyê 6’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê ve hat redkirin.

Ahmet Ataman ê hevsera wî hate qetilkirin, îşkence lê hat kirin û cezayên giran ên girtîgehê lê hat birîn, dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî berneda û ji ber binpêkirinên giran ên li ser jiyan û mafan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Ataman di serlêdana xwe de diyar kir ku polîsan di serdegirtina mala wî de hevsera wî qetil kiriye, mala wî hatiye şewitandin û di bûyerê de polîsek birîndar nebûye. Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdana Ataman ê bi îdiaya “teşebusa kuştina bi qestî ya li dijî wezîfedarên ewlekariyê û xerakirina yekîtiya dewletê” nirxand, biryara xwe aşkere kir.

Îşkenceya rûmeta mirovan binpê dike heye’

Dadgehê diyar kir ku der barê binpêkirina serlêdanê Ahmet Ataman de divê ji nû ve lêpirsîn bê vekirin û biryar da ku dewlet 390 hezar TL tazmînatê bide. Di biryarê de hat gotin ku divê dadgeh der barê îdiayên binpêkirinê de biryareke nû bide û hate gotin ku îşkenceyek ku rûmeta mirovan binpê dike heye.

Kaçan: Ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin

Parêzerê Ataman Mahmut Kaçan da zanîn ku di sala 2016’an de li Erdîşê komkujî pêk hat lê ev komkujî hat nixumandin. Kaçan, da zanîn ku lêpirsîna der barê polîsên di komkujiyê de cih girtine de hatibûn vekirin, bi neşopandinê bi dawî bû û got: “Li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, divê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîneke nû bide destpêkirin û got ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin.”

Kaçan got; “Binpêkirina maf û jiyanê ya Ahmet Ataman ê ku cezayê girtîgehê yê giran lê hatiye birîn, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûlkirin. Lewma em ê pêvajoya ji nû ve darizandina Ataman bidin destpêkirin. Lê belê bi vê biryarê re bi awayekî fermî derket holê ku hevsera wî Hediye Ataman hatiye qetilkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar