Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bi destxistin, balafirên şer yên dewlet tirk a dagirker gundên Sergelê, Sêgirî û Guherz ên derdora çiyayê Metîna ya li herêma Nihêl a ser bi Amêdiyê bombebaran kirine.
Gorî heman agahiyan xelkê xwestiye xwe bigihîne cihê bombebaranê, lê ji ber liv û tevgera balafirên şer nekarîne biçin.
Welatiyê bi navê Bengîn Xelîl ku ji herêmê agahî da, got: “Cihên ku hatine bombebaran kirin, cihên xelk têde niştecihbûn û li wir xelk bi çandinî û lawirvaniyê ve mijûlin.”
Heya niha derbarê ziyanan de tu agahî nehatine bidestxistin.