Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk bi derewan ser têkçûna xwe dinixumîne

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş diyar kir dewleta tirk ku ji balafirên şer, heta bi çekên kimyewî her cure rêbazan bi kar tîne, ji bo têkçûna xwe ya li bara gerîla bixumîne, her cure rêbaza şer sazkar kiriye

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan pirsên Ajansa ANF’ê bersivand.

Ji 23’yê Nîsanê û wir ve operasyoneke dagirker li ser Qadên Parastinê yên Medyayê heye. Hûn bîlançoya mehane didin, hûn dikarin behsa rewşa dawî bikin?

Pêvajoyeke şer heye ku piştî 5 rojan meha pêncan diqede û dikeve meha 6’an û ev nîv sal bi şerekî giran derbas bû. Pêşî divê mirov navê wê rast deyne. Ji ber ku medyaya şerê taybet a dewleta tirk propagandayeke wiha dike mirov dibêje qey operasyoneke normal û ji rêzê ye, carê jî wek ku gerîla ‘êrîşên tacîzkirinê’ tîne û hew. Lê rastî qet ne wiha ye. Jixwe rojane û mehane em encamê şer aşkera dikin, ji ber vê ez ê dubare nekim. Lê çawa dibe dewleta tirk ku qubedetiyê li dewletan dike, di nav mehekê de li Karabagê encam standî ev 5 meh in li Avaşîn, Metîna û Zapê asê maye? Niha hevalên me ji bakurê Kurdistanê heta Qadên Parastinê yên Medyayê li her deverê taktîkên gerîlayê serdema nû hemûyan bi hostatî bi kar tîne û her roj windahiyên artêşa tirk çêdibin. Di serî de Werxelê û Qadên Berxwedanê yên Girê Sor ku bi rastî jî destaneke mezin a lehengiyê nivîsîne, ji Heftanînê heta Xakurkê li her deverê tevgereke zêde ya gerîla heye. Dewleta tirk dema ku tu encamê bi dest ve naxe çekên kimyewî yên qedexekirî diavêje. Ev careke din nîşan dide ku artêşa tirk bi qasî serê derziyê jî ji mirovahiyê para xwe negirtiye û her wiha nîşan dide ku artêşa netewdewletê ya bi pergal, hêzên Gladîo yên li pişt û teknîka şer a ku dane dest li bara Gerîlayên Modernîteya Demokratîik tu encamê nastîne.

Ji Werxelê û Girê Sor re hûn ‘qadên berxwedanê’ dibêjin. Bi vê mebesta we çi ye?

Li Werxelê û Girê Sor mewzî û tûnelên şer zêdetir derketin pêş. Her çendî beriya niha tecrûbeya gerîla hebû jî taktîka mewziyên şer û tûnelan bi Berxwedana Garê ya Sibata 2021’an weke taktîkeke gerîla pratîk bû. Lê niha li her devera bakurê Kurdistanê û li Qadên Parastinê yên Medyayê, şêwaza taktîka sereke ya gerîla tîmên profesyonel ên gerîla yên mobîl in. Piraniya çalakiyên ku têne kirin ji hêla tîmên profesyonel ên mobîl ên gerîla ve têne kirin. Berxwedana li tûnel û mewziyan û çalakiya tîmên profesyonel ên mobîl ên gerîla hev temam dikin û wê qadê dikin ‘qada berxwedanê’. Ji ber hindê me bi rengê qadên berxwedanê bi nav kirin. Ên ku hay ji berê û rastiya şer nînin dibe ku zêde nikarin maneyekê bidinê lê em dibînin ku dewleta tirk li gel hemû hêz û derfetên xwe seferber dike jî ev 5 meh in nikare gerîla derxîne, berevajî asê bûye û windahiyan dide. Helbet, hevalên me bi vî vîneke mezin Apoyî, biryararî , sebr û îdîaya serkeftinê ya teqez datînin holê û şer dikin. Di rewşeke wiha de ku derfet û teknîka şer ji bo du aliyan bêrêje ye, hevalên me tenê bi baweriya Apoyî, bi ruhê ku vê ava kirî, bi hezkirina li gel û welêt heq ji hemû zor û zehmetiyan derdikevin. Îro careke din gotina Rêber Apo ya ‘teknîka herî mezin mirov e’ ispat bûye. Helbet ev bi berdêlan dibin, zarên herî bijarte yên gelê me, hevrêyên me şehîd dibin û vê encamê tînin. Herî dawî li Girê Sor di demên cuda de 6 hevrêyên me bi çekên kimyewî yên dewleta tirk şehîd bûn.

Berevaniyê ku wezareta şerê taybet ê tirk e û wezareta navxweyî tim daxuyaniyan didin û windahiyên gerîla didin. Ev çi qasî rast e?

Ev du wezaret û du endamên şerê taybet ên li ser van wezaretan, hemû nirxên Tirkiyeyê dixin ber bazarê, li ser vê siyasetê dikin, ev rêveberê vî aqilî ne. Ji ber ku şerê dijî me jî bi vî aqilî dikin, weke pêşbaziya zêdekirinê be, daxuyaniya têkilî windahiyên me, wezareta din zêdetir dike. Li ser kuştina kurdan prîmê dikin, bi ispatkirina ku çendî celadê kurdan in hewl didin ku li desthilatê bimînin. Dema ku yek derewan dike yê din bi dereweke mezintir dixwaze pêşiya yê din bigire. Lê dema ku vê dikin dikevin nav paradokseke mezin. Ji aliyekî ve dibêjin gerîla qediyaye, herî dawî duh wezîrê şerê taybet Hulîs Akar dibêje, wan 19 hezar gerîla şehîd kirine, hatine ber xilasbûnê. Lê li aliyê din dibêjin PKK çendî mezin e, artêşa bi deh hezaran kes ava kirine, ji bo dewleta tirk mijara manûnemanê ye.  Helbet, kesê li ser Wezareta Navxweyî jî ji bo ku jê bi paş ve nemîne li pey hev derewan dike. Lê dev ji raya giştî ya demokratîk biqerin, êdî girseya wan jî nema ji wan bawer dike. Jêhatîbûna van a di derewan de tê zanîn lê dikin û nakin nikarin bikin ku civak bi derewên dijberî hev bidin bawerkirin. Ketina nav heftûheştekê.

Mînakeke pir berbiçav û rojane bidim; Hevrêyên em Bawer Erût (Mehmet Emîn Ekîncî) û Ronî Dêrik (Muhammet Şefîr Ibrahîm) 24’ê Hezîrana 2021’an bi bombebaranê şehîd bûne.  Piştî ku me agahiyên nasnameyê yên hevalên xwe zelal kirin û dosyayên wan temam kir, 8’ê Tebaxa 2021’an me bi daxuyaniyekê bi gelê xwe re parve kir.  Malbatên wan konê sersaxiyê danîn û gelê me şehîdan bi bîr anî. Lê medyaya şerê taybet a tirk 13’ê Îlona 2021’an weke ku şehîdbûna hevrêyê me Bawer nû be, da û bi renge ‘operasyona serkeftî ya MÎT û TSK’ê’ da. Li ber çavê her kesî derewan dikin. Ji bo ku her kes nikare wiha tim geşedanan bişopîne, dema ku nûçeyeke wiha bibîne, dibe ku bibêje, ‘gelo rast e?’. Lê divê were gotin, piraniya nûçeyên ku dibêjin ‘operasyona hevpar a MÎT û TSK’ê’ piranî derew in. Ya balkêş; medyaya bi kontrala PDK jî, weke parçeyek ji medyaya şerê taybet ê tirk tevdigere, çavê xwe li rastiyan digire û ev nûçeyan weke ku rastiyek be, li ber gelê kurd datîne.

Her wiha Hulîs Akar got li Garê 7 gerîlayên bi asta bilind şehîd bûne û li gorî xwe bi gotina ev gerîla ji ku derê berpirs in, xwedê giravî dereweke zêdetir pêbawe gotiye. Me li rewşa hevalên me yên li wê qadê pirsî û em hîn bûn ku 2 hevalên me di bombebaranê de bi sivikî birîndar bûne. Ango weke ku van gotî, tu şehadeta me çênebûye.

Ne tenê têkilî windahiyê me, têkilî windahiyê me jî derewan dikin. Tu windahiyên xwe rast nadin.  Dema ku mecbûr dimînin, çend leşkerên xwe bi rengekî fihêkarbibin, navê wan, dîroka wan û li ku derê mirine bêyî ku vê bibêjin , didin. Herî dawî li Zapê leşkerek xwest ku teslîmî gerîla bibe. Pişte wan ew lê raşand, hevalên me nekarîn ku xilas bikin. Me nav, nasname û belgeyên wî bi raya giştî re parve kir. Bavê vî leşkerî diyar kir zarokê wî hatiye xerckirin, çi jiyaye. Derheqê vî leşkerî yê bi navê Sezaî Gungor tu tişt negotin.  Divê were zanîn ev hişmendiya faşîzan ku li Garê li gel hevrêyên me hêsîrên xwe jî bi çekên kimyewî qetil kirin rastiyê nabêje û wê nikaribe bibêje.

Li Xelîfanê di demekê de agahî ji 2 komên gerîla qût bûn, bi îhtîmaleke mezin ketibin kemîna PDK’ê û şehîd bûbûn, hûn ma bendê ku PDK daxuyaniyek bide, li ser vê mijarê agahiyên nû gihiştibe we hene yan na? PDK li ser vê mijarê daxuyaniyek da yan na?

Di bûyera yekem a li Xelîfanê de, me ji PDK’ê daxwaza daxuyaniyekê kir, rast e. Di bûyera duyemîn a dişibe wê de ku li ser 7 hevrêyên me êrîşek pêk hat, me ew bi wijdan û teqdîra gelê xwe re hişt. Bêdengiya di vê mijarê de didome. Gotinek wisa heye ku bêdengî wateya kirinê ye, her hal di rewşek wilo de ne. Heta niha tu daxuyaniyek veşartî û vekirî gihiştî me nîne.

Dîsa di serî de li Dînartê hinek bûyerên pêk hatin tê gotin ku hêzên gerîla kirine. Tevî ku we ev yek derwand jî lê hê jî bi zanabûn hinek bûyer dixwazin bixin stûye we, ev çavkaniya xwe ji çi digire. Bi van rêbazên şerê taybet dixwazin çi bikin?

Bûyerên ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatine kirin û çawa, li ku hatine kirin, rast e rast me jê berpirs didin nîşandan. Tu rastiyeke van gotinan nîne. Ji kiriyarên ku gerîla nekirî, gerîla berpirs nîşandan, dixwazin gerîla bixin nava nîqaşeke wiha û bikişînin vê, em wisa dinirxînin. Bi girtina dor li gerîla, dîsa dorpêçkirin, birîna rêyên ketin-derketina qadên gerîla, kemîn danîn, ketina nava provaksyonên şer, dixwazin bikişînin nava şer. Me berê jî anibû ziman; şereke yekalî dixwazin li ser gerîla bidin ferzkirin. Em dizanin ku ev stratejiya bingehîn a siyaseta dewleta TC a kurd bi kurdan bidin şerkirin e. Sedemê çêkirina nûçe û bûyerên ku tu rastiya wan nîne ya li ser gerîla bê navber dana sepandin, dixwazin rewakirina şer pêş bixin. BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar