Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk bi destê AKP-MHP’ê demografiya Xelatê diguherîne

Dewleta tirk a qirker-dagirker bi destê AKP-MHP ya faşîst ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bênavber demografiya Kurdistanê diguherîne. Ji bo tirkên Ahiskayê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê bi cih bike, dest bi çêkirina 300 avahiyan kir.

Tê gotin, avahî wê di nava mehekê de biqedin û nêzî 3 hezar tirk ên Ahiskayî li van avahiyan bêne bicihkirin.

Bedlîs ku di dîroka kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, her tim bû hedefa dewleta tirk. Plana Şark Islahat a ku sala 1925’an hate amadekirin di serî de Bedlîs li ser bi dehan bajarên kurdan hate ferzkirin. Di vê çarçoveyê de li Bedlîs, Xelat, Elcewaz, Tetwanê mal û eraseyên kurdan hatin destekirin, beşeke mezin a kurdan ber bi bajarên tirkan ve hatin koçberkirin, axaftina bi kurdî, navên bi kurdî hatin qedexekirin. Dewleta tirk ku dest danî ser mal û xaka kurdan, koçberên tirk li van deveran bi cih kir.

Yek ji bajarên ku bi taybetî demografiya wê hate guhertin jî navçeyên Xelat û Elcewazê ne. Dewleta tirk ji Asya Navîn, Kafkasya, Balkanan û Derya Reş bi hezaran malbat li Bedlîsê bi cih kir. Ji ber ku armanca guhertina demografiyê ya dewleta tirk pêk nehat, vê carê jî gavên nû hatin avêtin. Di salên 1990’î de li Bedlîs û navçeyên wê bi sedan gund û gundik hatin şewitandin, valakirin, bi hezaran mirov hatin koçberkirin. Li gel van polîtîkayên dewletê jî gelê kurd koç nekir, yan jî li xaka xwe vegeriya.

Polîtîkaya dewleta tirk a sed salî ya ji bo guhertina demografiyê û asîmîlasyona kurdan li ser kar e

Xelkê Bedlîsê li dijî polîtîkaya dewleta tirk a sed salî ya ji bo guhertina demografiyê û asîmîlasyonê li ber xwe dide. Di salên 2016 û 2017’an de tirkên Ahiska yên ji Ûkraynayê hatin anîn bi taybetî li navçeya Xelatê ya Bedlîsê hatin bicihkirin. Di nava van salan de bi sedan avahî hatin avakirin, bi hezaran tirk ên Ahiskayî li van avahiyan hatin bicihkirin.

Li Xelatê di hilbijartinên xwecihî yên salên 2014 û 2019’an de tevî ku HDP bi ser ket, bi destwerdana AKP’ê û hîleyên li hilbijartinê şaredarî radestî namzetê AKP’yî hate kirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku lîstika xwe ya guhertina demografîk û asîmîlasyonê li Xelatê bi ser neket, careke din kete nava liv û tevgerê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê 3hezar tirkên Ahiskayê li Bedlîsa kurdan bi cih dike

Li Xelatê helwesta kurdan a xwedîderketina li xaka xwe û zêdebûna nifûsa kurdan a li navçeyê AKP tirsand. AKP ku beriya niha koçberên tirk li Xelatê bi cih kir û ji Erdogan re qesrek ava kir, polîtîkaya bicihkirina koçberên nû jinûve xiste dewrê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo li Xelatê nifûsa kurdan jinûve biguherîne li navenda bajêr, li peravên Gola Wanê 300 avahiyên nû çêdike. Çêkirina avahiyan nêzî 3 meh in dewam dike û wê zêdeyî 3 hezar koçber lê bêne bicihkirin. Di salên 2016 û 2017’an de zêdeyî 2 hezar tirk ên Ahiskayê ku ji Ûkraynayê hatin anîn, li vê herêmê hatin bicihkirin. Li heman qadê wê li avahiyên din jî dîsa tirkên Ahiska bêne bicihkirin. Mesrefa avahiyan jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve tê dayin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar