Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze Şengalê ji êzdiyan vala bike

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê êzdî û helwesta Iraqê ya li dijî êrîşan ji Rojnewsê re axivî.

Emer Salih diyar kir ku armanca sereke ya dewleta tirk valakirina Şengalê ji êzdiyan e. Emer got ku tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, dewleta tirk dixwaze bike û wiha dom kir: “Li hêlekê êrîş dike û li hêla din jî bi rêya nokerên xwe gotegotên ku dê Şengalê dagir bike belav dike. Nihal i Şengalê vînek ava bûye. Ev vîn jî encama bedelên giran û têkoşîneke mezin e. Lê belê dijminên me vê vînê red dikin. Gelê Şengalê xwedî hêzeke xweparastinê ye ku ji zarokên wê pêk tê. Sedema êrîşên dijminan, nenaskirina vê îradeyê ye.”

Gotegotên li Şengalê tên belavkirin

Bi domdarî jî Salih anî ziman ku yek ji armancên bingehîn ên van êrîşan ew e ku pêşî li vegera civaka êzdî bê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi fermanê re civaka me li her devereke cîhanê belav bû, di bin şert û mercên giran de li wargehan dimînin û hemû rêyên vegerê li pêşiya wan hatine girtin. Divê serokeşîrên me bang li civaka êzdî bikin da ku li xaka xwe vegerin. Ji bo ku gelê me li xaka xwe venegere, hinek gotegot tên belavkirin. Şengal bi saya YBŞ, YJŞ û Hêza Asayîşê aram e. Dê tu caran xaka xwe terk nekin. Zarokên vî gelî dê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê li pey soza xwe, li pey doza gelê xwe û li pey heyfa dayik û xwişkên xwe yên dîlgirtiyên DAIŞ’ê bin.”

Armanca êrîşan

Herî dawî jî Salih ev tişt destnîşan kir: “Divê hêzên navdewletî û hêzên Iraqê li dijî êrîşên dewleta tirk xwedî helwest bin. Ev êrîş di heman demê de êrîşên li ser serwerî û yekparebûna Iraqê ye. Her wiha Rêveberiya Başûr li dijî baregehên dewleta tirk xwedî helwest nîne ku pêşî liv an êrîşên tunekirinê bigire. Bi dehan baregehên dewleta tirk ên li Başûr, ji bo tunekirina gel û civaka me din ava hewldan û kiryarên xerab de ne. Divê gelê me yê êzdî jî li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Divê em xayîn û nokeran di nav xwe de nehewînin û nehêlin ku xirabiya li civaka me bikin. Divê bê zanîn ku ew dijmin û noker dê bi ser nekevin û serkeftin dê ya civaka êzdî be.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar