Şevê din 2 helîkopterên artêşa tirk ji bo çavtirsandina gelê herêmê û koçberkirina wan, şevê din bi awayekî nizim li ser Şêladizê firiyan. Welatiyan diyar kir ku armanca dewleta tirk ew e ku gelê herêmê bitirsînin
Artêşa tirk ji bo ku xwe li başûrê Kurdistanê mayînde bike û mîna li Efrînê, komên çete û malbatên wan li başûrê Kurdistanê bicih bike, bi rêbazên cuda hewl dide ku gelê başûrê Kurdistanê koçber bike. Di vê çarçoveyê de gelek caran malên sivîlan, wesayîtên wan û jîngehên wan bi balafirên şer hedef girtin û digire.
Di çarçoveya van pêkanînan de, şevê din saet derdora 01.30’an de 2 helîkopterên hêzên artêşa tirk ji bo çavtirsandina gelê herêmê, bi awayeke nizim li ser navenda bajaroka Şêladizê firiyan.
Şêniyên herêm ragihand ku helîkopteran tu deverek bombebaran nekir û tenê bi awayekî nizim li ser navçeyê firiyane. Welatiyan got ku armanca dewleta tirk ew e ku gelê herêmê bitirsîne da ku herêmên xwe biterikînin. DUHOK